21 Şubat 2013 Perşembe

Daxuyaniya Komeleya ADÖ-DER'ê

Komeleya xwendekarên li Agiriyê ADÖ-DER (Komelaya xwendevanên çiyayê Agirî) bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê, daxuyaniyek weşand û di daxuyaniya xwe de gotina "Em Kurd bi zimanê Kurdî ve hene" bala Kurdan kişandine li ser giringiya zimanê dayîkê.


Komelaya xwendevanên çiyayê Agirî, di daxuyaniya xwe de ev gotin bilêv kirin:


ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE

Em Komela Xwendevanên Çiyayê Agirî bi wesîleya 21ê sibatê roja zimanê zikmakî ya cîhanê pîroz dikin.

Bêguman ev roj ji bo hemû zimanê cîhanê girînge. Lê ji bo zimanê weke zimanê kurdî bi salane dewletên desthilatdar ku hez dikin ji holê rakin zêdetir girînge.

Em kurd zimanê xwe weke namûs, rûmet, hebûn û nasnameya xwe dibînin. Lewra em dizanin ku zimanê me winda be, ew tiştên me jor da rêzê qîmeteke wan jî namîne. Ser vê yekê ji bo namûs, rûmet, hebûn û nasnameya xwe divê em kurd li xwedî zimanê xwe derkevin. Dijî polîtikayên asîmileker bisekinin.

Dewleta tirk bi salane bi polîtikayên qirêj êrişê li ser zimanê kurdî dike. Em ADO DER van polîtikayan lenet dikin.

Divê em li her deverî ji bo zimanê xwe têbikoşin. Û em ser navê Komela Xwendevanên Çiyayê Agirî bang li ciwanên Agirî û xwendevanên zanîngeha îbrahîm çeçenê dikin. Dijî asîmilekirina bajarê Agirî em di Agiriyê de, di her deverî de kurdî biaxivin. Ala zimanê kurdî bi rihekî kurdewarî û şoreşgerî bilind bikin.

Em kurd bi kurdî hene. Divê em li hebûna xwe xwedî derkevin.

KOMELA XWENDEVANÊN ÇIYAYÊ AGIRÎ (ADÖ-DER)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder