22 Şubat 2013 Cuma

Li Agiriyê Çanda tenûrê dibe debara jiyanê


Tenûrên ku jin bi kedeke mezin çêdikin li Agirî û gundên Agiriyê dibin çavkaniya debara welatiyan.


Tenûrên ku jin bi kedeke mezin çêdikin li Agirî û gundên Agiriyê dibin çavkaniya debara welatiyan. Tenûr, li herêmê ji bo pêjandina nanê lewaş û çêkirina kebaba buryanê amûra herî sereke ye. Tenûr li aliyê din ve ji bo welatiyên herêmê dibe debar û li aliyê din jî kevneşopiya bav û dapîran tê jiyîn. Tenûrên bi axa sor a li çoltarên çiyayan tînin tên çêkirin, pişt re bi kamyonan li bajarên herêmê û Tirkiyeyê tên firotin. Tenûrên ji aliyê jinan ve tên çêkirin ji aliyê zilaman ve jî tên firotin.

KEDA DESTÊ JINÊ

Jina bi navê Gozel Yilmaz, diyar kir ku ew axa sor ji quntarên çiyayan tînin û dikin tenûr. Yilmaz, anî ziman ku ew tenûran çêdikin zilam jî wan dibin û difiroşin û wiha axivî: “Tenûrên em çêdikin ji Wanê heta Edîrneyê tên firotin. Bi taybetî bêyî tenûran nan nayê pêjandin û kebaba buryanê nayê çêkirin.”
Yilmaz, têkildarî tenûrên çêdikin wiha agahî dan: “Tenûrên em çêdikin ji bo gundê me çavkaniya debarê ya herî baş e. Bi tenûran em hem ji mala xwe re, hem jî ji debara xwe re dibin alîkar. Dayika min çêkirina tenûran hînî min kir. Çêkirina tenûrê çiqas zehmet be, ewqas jî bi keyf e. Axa em ji quntarê çiya tînin di destpêkê de em hişk dikin. Pişt re çareke din em axê şil dikin û bi destan tevlihev dikin û dikin herî. Piştî ax baş hat hêrandin rojekê em didin sekinandin. Pişt re em dest bi çêkirina tenûrê ya ji 3 saetan pêk tê dikin. Berê em qata wê ya destpêkê çêdikin û pişt re careke din hişk dikin. Pişt re tebeqeya navîn em çê- dikin û ji hişkbûnê re dihêlin. Piştî hinek hişk bû bi texteyekî em nava wê û derveyê wê rast dikin. Herî dawî asta wê ya jor em çêdikin û şiklê wê yê dawiyê didinê. Li gorî şertên hewayî tenûr di nava 3 rojan de tê çêkirin û ji firotinê re tê pêşkêşkirin.”

DEBARA XWE PÊ DIKIN

Welatiyê bi navê Sînan Aslanboga jî diyar kir ku bi salan e li gund karê çêkirina tenûran dikin û debara xwe bi vê yekê dikin. Aslanboga, anî ziman ku tenûrên jin çêdikin bi kamyonan li bajarên Tirkiyeyê yên cuda difiroşin û wiha axivî: “Qada me ya firotinê peyariyên riya bejayî ya Agiriyê ne. Em li vir tenûran rêz dikin û pêşkêşî kiroxan dikin. Piraniya tenûran em li Agiriyê û yên mayîn jî dibin bajarên cuda yên Tirkiyeyê. Kesên tên tenûran ji gund digirin jî hene. Di firotina tenûrên derveyî bajar de ji sedî 60 ferq heye. Li gund tenûr bi 25. TL yan tên firotin. Yên derveyî bajar jî em bi 60-70 TL difiroşin.”

Rojnameya Azadiya Welat

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder