22 Şubat 2013 Cuma

Di demsala zivistanê de jin


Di demsala zivistanê de her tim jiyan bi zor û zehmetî derbas dibe. Lê herî zêde demsala zivistanê li ser jinê û bi teybetî jî li ser jinên ku li gundan dijîn bondorê dike. Umran Aslan diyar kir ku li hemberî mercên demsalê her tim têkoşîna jiyanê didin.


Ligel xweşiya dîtbarî ya demsala zivistanê, jiyan heya biharê zehmet dimeşe. Li ser rûyê erdê berf û cemed e û her der sare. Bajarên wekî Wan, Bedlîs, Agirî, Erzirom, Çewlîk, Mûş, Colemêrg, Dêrsim ji ber barîna berfa zêde jiyan radiweste.
Wekî her sal, îsal jî bi hezaran rê ji ber berfê hatin girtin. Dibistan ketin betlaneyê, av qerisîn, nexweşiyên ku ji ber sermayê pêk tên rû da. Lê herî zêde demsala zivistanê li ser jinê û bi taybetî jî li ser jinên ku li gundan dijîn bandorê dike.
Xwarinê çêke, karê malê bike, zarokan xwedî bike, biçe ser kanî û avê bîne, ajalan xwedî bike, sobê pêxe û hwd. Ev karana hemû jin dikin.Umran Aslan û Nuran Kaya li gundê Qosê ku 15 km dûrî Agiriyê ye dijîn. Jiyana her  du jinan wekî bi hezaran jinên  ku li gund dijîn e.
Umran Aslan, diyar kir ku demsala zivistanê ji bo wan pir zore û wiha axivî: “Bi taybetî li herêma me zivistan pir dijwar derbas dibe. Ji bo me jiyan di serê sibê de dest pê dike. Karê min ê yekem li mutbexê dest pê dike û li baxçeyê didome. Ji bo me jinan demsala herî zehmet zivistan e. Pêxistina sobê, çûyina ser kanî, çêkirina nan a li xaniyê tenûre û hwd. Karê malê bi taybetî li ser milê minê. Li dijî şert û mercên demsalê divê her tim tu têkoşîna jiyanê bidî.” Umran piştî ku karê xwe yê rojane diqetîne, xewn û xeyalên xwe li ser dantelê dineqişîne.

JINBÛN KED E

Nuran Kaya jî 45 saliyê û dayika 4 zarokan e.
Nuran jî wekî jinên din serê sibê zû dest bi kar dike. Kaya, da zanîn ku şert û mercên berê û yê niha wekhevin û wiha got: “Di demsala zivistanê de jiyan gelek zehmet e. 40 sal beriya niha jiyana zivistanê ji bo min çibe, niha jî bi wî rengî ye. Ji bo jinên ku li gundan dijîn têkoşîn dayîn pir girane. Kar û barên zivistanê em gelekê dixwe nava zoriyan. Êş û zoriya em dikişînin  kes nakêşe.”
Nuran Kaya diyar kir ku di sermaya zivistanê necarin ku nan dipêjin û wiha bi dawî kir: “Em sergînan kom dikin û ajalên xwe xwedî dikin. Em firaqên xwe li derve dişûn, diçin ser kaniyê, berfê paqij dikin û alikariyê didin hevserên xwe. Jinên kurd bi taybetî yên ku li gund dijîn zehmet be jî hemû kar û barê malê dikin. Jinbûn zehmetiye, ked e û têkoşîna li dijî zehmetiyan e.”

Ozlem ARICI / JINHA / AGIRΠ

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder