27 Mayıs 2012 Pazar

Rojnivîsk: Meta Xeyal Mir

23.05.2012- Mete Xeyal çû ser heqiya xwe, ango mir, Xwedê rehma xwe lê bike, cihê wê bihuşt, axa wê zêde be.


Ez naxwazim, vê rojê ji bîr bikim. Ji ber wê dinivîsînim: 23 ê Gulanê sala 2012 an de mir, roj çarşem bû... Dema sirê sibê bû, ez hişyar bûm, diya min ji min re got: Teze li gund têlê xistin, meta Xeyal mirî ye. Ez gelekî berxwe ketim, gelekî xemgîn bûm.

Ew jina apanekî me ye, lê me jê re digot: "meta Xeyal". Mêrê wê Apê Edê ye, Apê Edê him pismamê kalikê min e, û him jî hevalê kalikê min bû. Gundê me du malên mezin yên sereke hene, yek mala Silo ya din jî mala Tirşik e, mala Silo û mala Tirşik ve pismamên hev in, herdik jî Redkî (zîlî) ne. Em mala Tirşik in û mala Apê Edê jî xizmên me yên gelekî nêzîk in, ew jî, ji mala Tirşik in.

Kalikekî me hebûye, navê wî Ûsiv bûye, Ûsiv merivekî gelekî bi aqil û jîrek bûye, li pêş gundê me (Qazî)  cihek heye, wê derê xwarina bi navê tirşik hêşîn dibe, digotin: "Kalikê me yî Ûsiv, ji wê derê tirşik dihanî û difirot". Ji boy wê yekê, ji wî re gotine tirşik ji mala wî re jî gotine mala Tirşik. Mala Silo jî, zarokên Sofî Silo ne.

Em werin mijara xwe, meta Xeyal: Meta Xeyal gelekî pîr bû, temenê wê ser sedî bû, çend sal beriya vê, ez çûme gund, min got ez herim meta Xeyal jî tesele bikim, min çû seriyek dayê, min destê wê paçkir lê ew ê ez nasnekirim, ez gelekî berxwe ketim. Piştî wê, min ew nedît lê çend sal e, nexwaş bû, di nava cî û nivînan da bû.

Jineke gelekî millethez û xîret bû, roja ku gotin meta Xeyal mirî ye, zaroktiya min hate ber çavên min: Carna hindera mala me re diçû nava gund, ez li wê derê bûma, ji min pirs dikir, dgot: "Kurê tu kurê kî yî"?
Min jî digot: "Metê ez kurê Xalit im". (Neviyekî mete Xeyal hebû, hevalê min bû, navê wî jî Xalit bû)

Digot: "Pîî tu kurê nevê min î"?
Min jî digot: "na, nevê te qasî min e, ezê ça kurê wî bim, Xalitê bavê min Xalitekî din e".
Digot: "Ez dizanim kurê kerê, min qirfê xwe te kir, ezê gora bavê te nim".

Min xwe ji xwe digot, ev jin nîn e, çawa dibe ku dibêje: "Ezê gora bavê te nim"?
Min diçû, ji mezinan dipirsî, min digot: "Meta Xeyal jin nîn e, çawa dibe ku dibêje, ezê gora bavê te nim"?

Wan jî ji min re digotin: "Erê ew jine lê êdî bûye mêr, zûde mêrê wê mirî ye, êdî k... wê hêşîn bûye". Ez rebenê Xwedê jî, zarokbûm, min bawer dikir.

Êdî ez gelekî jê ditirsiyam. Rojekî min dûr ve, jê pirsî: "Min got, meta Xeyal, dibêjin K...ê te heye, rast e"?

Got: "Erê rast e, ez werim ezê wî têxime gora bavê te ". Ez revîm :)

Meriveke gelekî baş bû, Xwedê rehma xwe lê bike, ez gelekî xemgîn im

N. Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder