7 Mayıs 2012 Pazartesi

Alexandraya keça nivîskarê rûs Lev Tolstoy ligel kurdên Serhedê


Lev Tolstoy (1828-1910) ko bi romanên xwe yên bi navê Anna Karanina, Şer û Aşîtî hatiye nasîn, wek herkes dizane,
ew yek ji wan nivîskarên rûs ê herî navdar e. Lev Tolstoy di salên Şerê Qirimê de (1853-1856) wek zabit tevî şer dibe.

Rojnivîs û notên van salan paşê jê re dibe bingeh ji bo nivîsîna berhema wî ya bi navê Dorlêgirtina Sivastopelê. Tolstoy, her wisa jî di berhema xwe ya bi navê Hecî Murad de mijara gelên bindest ên Qafkasyayê, hêvî, serborî û êşên mirovan ên sedsale bi zimanekî gelek sade radixe ber çavan. Keça wî, Alexandra Tolstoy wek bavê xwe li Qafkasyayê, piştî salan tevî Şerê Cîhanê yê Yekem dibe. Alexandra Tolstoy, di sala 1915an de wek hemşîreyekê (alîkara doxtor) ligel komeke tendûristiyê diçe Welatê Serhedê, li deverên wek Îdir, Agirî û Wanê, wek keseke mirovhez birînên kurdan, ermeniyan, tirkan û kesên ji neteweyên mayîn dipêçe, alîkariya wan dike û wan qenc dike. Ew diçe kîderê, li wir rastî kurdan tê û di bîranînên xwe de her wisa jî qala van kurdan dike. Ev bîranînên wê, bi navê Doç (bi kurdî dot) di sala 2000an de tên weşandin.

Ez li ser vê babetê her wisa jî di pirtûka xwe ya bi navê Kurdên Qersê de ko bi tirkî di sala 2009an de derketiye, bi kurtî disekinim.[1] Ez bawer dikim ko peyvên kurd û Tolstoy ev cara pêşîn e ko ligel hev tên bikaranîn. Ev yeka kubarî, xweşikbûn, bedewîke mezin û xemleke rengîn dide dîroka kurdên Serhedê.


» Lev Tolstoy, bavê edebiyata rûsî 


Dema Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê dike, rêxistineke alîkariyê wek Xaça Sora Hemû Rusyayê biryar dide ko komek personelê xwe yê tendûristiyê bişîne eniya şer, hundirê Tirkiyê. Du tang (îstîkamet) tên pêşneyar kirin: tanga Qersê - Erzirim û tanga Erîvan - Îdirê. Alexandra Tolstoy, tanga Erîvan-Îdirê hildijbêre. Paşê qeder wan dibe heta Qerekilîse û Wanê, li Serhedê şev û roj kar dikin.

Alexandra Tolstoy, pêşiyê tê Îdirê û demekê li wir kar dike. Îdira ko li ber nigê Çîyayê Girîdaxê (Agirî, Ararat) dimîne, di van salan de cîhekî piçûk tê hesibîn. Germa Îdirê zêdezêde bûye û kelmêşên wê gelek bûne (Kurdên Serhedê jê re dibêjên vizik). Alexandra Tolstoy û hevalên xwe, di dibistanekê de dimînin û li wir xwe organîze dikin. Di van salan de ne tenê birînên leşkeran û nexwaşên tayê û tîfoyê, her wisa dijberiya komên etnîkî li vê deverê zêde bûne.

Wek mînak Alexandra Tolstoy di sala 1915an de nameyekê ji Îdirê ji dîya xwe re dişîne û di vê nameya xwe de xemgînî û diltengiya xwe di derbarê nebaşbûna têkiliyên kurd û ermeniyan nîşan dide. Her wisa jî tê gotin ko li van deveran rêbir, zorbemêr û talankarên kurd hene, hakimiyeta kurdan li van deveran derbas dibe. Ev yeka Alexandra Tolstoy ditirsîne. Lê belê paşê dibîne ko wisa nîne. Kesên ko li Îdirê alîkariya wê dikin, hespê wê zîn dikin jî, kurd in:

“...Hemû şa bûn û hazirîya xwe kirin bona ji wir herin. Min biryar kir ji xwe ra hespekî peyda bikim. Ermenîyan û kurdan çend mihîn anîn, lê ew ne bi dilê min bûn. Mihînek hebû, ko pir bi min xweş hat, lê ew jî genc bû, sê salî bû. Ewê nikaribûya ji gelî û kendalan ra derbaz bûya. Ew mihîna erebî pir xweşik bû, min bi heyr û hijmetkar lê dinihêrî û jê têr ne dibûm. Min tu caran hespên boz nedîtibûn. Wisa xuya ye, ko tenê hespên erebî boz in. Kalekî reşotankî, kurdekî bi rîyên sipî, cilekî biriqokî yê zol-zolî li xwe kiribû, şapikê sipî li dor serê xwe gerandibû, bi zehmetîyeke mezin ve hespê xwe, ko zînê ser bi xalîçeyeke rengîn va hatibû xemilandin, gem dikir, ji ber ko ewê ji hêrsan zîtik (zirtik, refes) davîtin”.[2]


Ew dibêje ko bavê wê Lev Tolstoy, hê di şeş saliya wê de ew hînî ajotina hespan kiriye û gelek ji hespan hezkiriye. Paşê ev ekîpa ji Îdirê berbi Qerekilîsê diçe. Di nav çîya, gir û geliyan re derbas dibin. Ev devera bi çem û kanîyên xwe ve, bi xweşibûn û dewlemendiyên tebiyetê ve, gelek bala wê dikşîne û Alexandra Tolstoy dibe evîndara Serhedê.

Piştî rêwitiyeke dirêj, ew tên Qerekilîsê. Di van salan de li Serhedê, li deverên Qers, Agirî û Erzirmê sê Qerekilîse hebûne, ji ber vê yekê navê vê Qerekilîsê danîne “Qerekilîsa Eleşkirtê”. Ev Qerekilîse ji aliyê tirkan de paşê dibe Qerekose û dûra jî dibe navenda bajarê Agiriya îro. Dema ew tên Qerekilîsê, dibînin ko cîhekî piçûk e, li wir kurd û ermenî dimînin. Alexandra Tolstoyê kurd ji ber hişkiya sermayê di bin erdê, heywanên wan li jorê, li ser erdê dimînin. Ew li Eleşkirtê dibîne ko mirov di nav çamûr û qilêrê de ji heywana jî xirabtir dijîn. Alexandra Tolstoy ligel hevkarên xwe demekê li vir dimînin, çadiran vedigrin, li wir nexwaşan û birîndaran qenc dikin. Nexwaşiya tîfoyê li vê deverê gelek belav dibe û telûkeke mezin pêk tîne. 

Paşê xeber tê ko divê hin kes herine bajarê Wanê, li wir gelek hewcedarî bi personalê tenduristiyê heye. Ew tivdarekê xwe dikin, demekê vedigerin Îdir û Erîvanê, li wir xwe re hewcedariyên giring wek hacetên tenduristiyê û derman peyda dikin. Paşê ew vedigerin û berê xwe didin Wanê. Du xwendekar jî tevî koma Alexandra Tolstoy dibin, yek ji wan kurê birê wê Onisima ye. Alexandra Tolstoy dibêje di vê rêwitiyê de gava çavên Onisima li deveyan, hespan, kurdên bi şepik diket, çavên wî diçûrisîn, kela canê wî bilind dibû.

Ekîba Alexandra Tolstoy piştî demekê dighêje bajarê Wanê û li mala mîsyonerekî emerîkî bi navê Yellow dimînin. Dema ew tê Wanê, ew dibîne ko ji alîkî de şerê ermeniyan û tirkan, ji aliyê nexwaşiyên mezin li devere Wanê belav bûne. Tirk li dora Qelaya Wanê digrin, wê demê ermeniyan ev cîha ji xwe re kiribûn star. Paşê di nav wan de şerekî mezin derdikeve, gelek xwîn dirêje, ji herdu aliyan pir kes dimirin û birîndar dibin. Alexandra Tolstoy dibêje ko kesên mirî wisa zêde bûn ko êdî cendekê (beden) miriyan davîtin Gola Wanê, ev gola jehrdar bibû, mirov nikaribû ava wê vexwe û mesiyên wê bixwe. Tirkan bi hezaran kes dîl girtibûn. Ermeniyan jî ji bo tola xwe hildin, malên tirkan dişewitandin. Her wisa kurd jî dibin hedefê van êrişên ermeniyen.

Dema ko Alexandra Tolstoy behsa van bûyeran, neteweyan, komên etnîkî û şerên wan dike, alîyê tu komê nagre û çi dîtibe, çi hîs kiribe wan bi vekirî radixe holê. Alexandra Tolstoy dibêje ko li Wanê ji ber tunebûnê û bêîmkaniyan çend sed jinên kurd û tirk ên nexweş û birîndar, mirine. Tiştekî bixwin tune bû, tenê garis (lazût) dixwarin. Herroj weke 20 kes ji dest nexweşîya tayê û xuriyê dimirîn. Bi taybetî mêş û mûran (buhik) û zêdetir jî sipîyan ev nexweşî belav dikirin, sipiyan kok li mirovan dianî. Di dawiya bîranînên xwe de ew dibêje ko hejmara kurd û tirkên ko ji ber tîfoyê û dîzenteriyê li Wanê mirin, gihîştibû qasî 1500 kesan. Paşê Alexandra Tolstoy ji Wanê vedigere Îdirê û li ser Îdirê re diçe Erîvanê.

Ev têkiliyên Alexandra Tolstoy ên ligel kurdan mirov dikare bêje ko di dîroka kurdên Serhedê de rûpelekî biriqî pêk tîne. Ev rûpelê dîrokî, her wisa jî kûrahiya pêwendî, hevbendî û dostanetiya rûs û kurdan nîşan dide. Eger mirov xwe bighîne arşîvan û wan nameyên ko Tolstoy ji Îdir, Eleşgirt û Wanê ji nas û pizmanên xwe re şandinê, raçav bike, ew bawer dikim gelek tiştên balkêş dikarin derkevin holê.

Alexandra Tolstoy di sala 1884an de ji dayîk bûye. Di dema sosyalîzmê de ew rastî gelek zordestî û zextan hatiye. Di sala 1931an koçberî Amerîkayê dike û heta mirina xwe li wir dimîne. Di sala 1939 bi navê Weqfe Tolstoy (Tolstoy Foundation) saziyekê ava dike û xwe jî dibe sereka wê. Bi bavê xwe Lev Tolstoy ve gelek girêdayî dimîne û mîrateya wî, bîranîna wî hertim dide jîyandin. Piştî salan bi navê Bavê Min Lev Tolstoy pirtûkeke wê jî tê weşandin.[3]

Alexandra Tolstoy demeke dirêj, nêzîkî 40 salan ji bo azadiya gotinê, ji bo mafê bindestan, tengezaran, koçberan, biyaniyan û bêhêzan kar kiriye. Ew, li Amerîkayê dibe sembolek ji bo mafê mirovan. Alexandra Tolstoy, dijminê bêdadî, newekhevî û zilmê bûye. Wek nivîskar û konferansdar heta sala 1976an li Amerîkayê kar kiriye û tekoşîn daye. Ew, di sala 1979an de diçe dilovaniya xwe.

----
[1] Rohat Alakom, Kars Kürtleri, Avesta, 2009, rûp.320-323.

[2] Spas ji bo Têmûrê Xelîl ko di wergera van gotinan de alîkariya min kiriye.

[3] Alexandra Tolstoj, Min far - Leo Tolstoj, Stockholm, 1955.

-----------------------------------
Nivîskar: ROHAT ALAKOM ralakom@yahoo.com

Çavkanî: Nefel

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder