30 Mayıs 2012 Çarşamba

Serhat û Hakan ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin rêwîkirin


Cenazeyên Endamên HPG’ê Erhan Serhat, Hakan Ozbey Mercan Sevîm ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin definkirin û herwiha cenazeyên endamên HPG’ê Cengîz Ozek û Ramazan Yilmaz ji ber cenaze yên xwe bigirin mînakên xwînê dan


Cenazeyê Endamê HPG'ê Erhan Serhat (Jehat Agirî) yê ku di operasyona li çoltarê navçeya Gimgimê ya Mûşê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatê ve cenaze ji Saziya Tipa Edlî ya Meletî hate girtin û di saetên êvarê de anîn gundê Gençalî yê navçeya Panosê ya Agiriyê.
Cenazeyê Serhat li derketina Milazgirî ji aliyê Parlementerê BDP'ê Halîl Ozturk, endamên Meclisa BDP'ê Yusuf Kaya û Murat Ozturk, Endamê Meclsa Daîmî yê KCD'ê Mustafa Ozer, şaredarên BDP'ê yên herêmê, rêveberên BDP'ê û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê konvoya cenaze hate gundê Gencalî. Piştî vecîbeyên olî darbesta Serhat li ser milan birin goristanê.
Bi hezaran kes tevli merasîma cenaze bûn û di merasîma cenaze de sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” hatin berzkirin. Piştî definkirina cenaze rêzgirtin pêk hat. Pişt re Parlamenterê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, axivî û bal kişand ser girîngiya têkoşîna kurd ji bo zimanê xwe didin. Aksoy, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bêsemîmiye û wiha got: “Di mijara kurd de her tim behsa pêşîlêvekirinan dikin lê her roj cenazeyên ciwanên kurd tên.”
Pişt re birayê Endamê HPG’ê Serhat Ekrem Serhat axivî û wiha got: “Ev şeva heneyê ya birayê min e” xwast ku tu kes negirî û wiha got: “Serokwezîr behsa mislimantiyê dike lê her roj di bin navê îslamiyetê de çiyayên Kurdisatanê xwîna ciwanên kurd tên rêjinandin. Gelo ev em îslamiyet? Divê welatiyên me ji vê yekê dersê bigirin. Li hemû çiyayên Kurdistanê xwîna ciwanên kurd heye.”

GELÊ KURD
Pişt re dayika Serhat Cedîd Serhat axivî û wiha got: “Di serî de serê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla sax be. Min ji vê têkoşînê re 6 kurên xwe dan û dê hêj bidim. Niha 4 zarokên min di girtîgehê de ne. Zarokeke min hêj di nav refên PKK'ê de ye. Ez bi zarokên xwe serbilind im. Ji ber ku zarokên min têkoşîna gelê kurd a azadiyê didin.”
Pişt re girseyê konê sînê yên li ber mala Serhat hate avakirin ziyaret kir. Her wiha cenazeyê Endamê HGP'ê Hakan Ozbey (Birûsk Wan) ê ku li çoltarê navçeya Pulurê ya Dêrsimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da li gundê Mele Hesen ê navçeya Qelqeliyê ji aliyê hezaran kesan ve bi dirûşmeya şehîd namirin ve hate rêwîkirin.

Malbata endamên HPG’ê Yilmaz û Ozek ji bo naskirina cenaze mînaka xwînê dan

MALBATÊN Cengîz Ozek û Ramazan Yilmaz ên HPG’î ku li dijî midûriyeta polîsan a Pinarbaşiyê çalakî li dar xistibûn çûn Enqereyê û serî li Saziya Tipa Edlî dan. Malbatan pişti serî li saziya Tipa Edlî dan, ji bo naskirina zarokên xwe mînaka xwînê dan.
Malbatên Cengîz Ozek (Êrîş Dildar) û Ramazan Yilmaz(Andok Farqîn) ên HPG’î ku 26’ê Gulanê li dijî midûriyeta polîsan a Pinarbaşiya Kayseriyê çalakî li dar xistibûn serî li saziya Tipa Edli dan û ji bo naskirina zarokên xwe mînaka xwînê dan. Bavê Ozekê HPG’î Nevzat Ozek, xalê wî Enver Bulut û nûnerên MEYA-DER’a Geverê û dayika Yilmaz Zînê Yilmaz û Parlamenterên BDP’ê Pervîn Buldan û Adil Kurt bi hevre çûn saziya Tipa Edlî. Li ber deriyê saziya Tipa Edli ya Enqereyê Wekîla Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan, diyar kir ku cenaze perçebûne ji ber ku perçe bûne nayê zanîn ku kijan perçe aydî kê ye. Buldan, da zanîn ku ji ber cenaze nayê naskirin dê testa DNA’yê bê kirin. Buldan, anî ziman ku piştî test bi encam bibe dê cenazeyan bidin malbatan. Malbatan diyar kirin ku cenazeyê zarokên wan piştî bûyerê hatiye perçekirin.

Cenazeyê endamê HPG’ê Mercan Sevim bi girseyî defin kirin

DI 22’Ê GULANÊ de li navçeya Pulurê ya Dêrsimê operasyon derketibû û 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbata endama HGP’ê Mercan Sevim (Zîlan Ruken) ji bo cenazeyê keça xwe wergirin ji Sêrtê çûn Meletiyê. Malbat piştî ku serî li dozgeriyê dan û cenaze nas kirin cenazeyê keça xwe wergirtin û ber bi Sêrtê ve bi rê ketin. Malbata Sevîm piştî cenaze wergirt bi konvoyek mezin birin Sêrtê. Di pêşwazîkirina merasima cenazeyê Sevîm de Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu û rêveberên BDP’ê amade bûn. Heyeta BDP’ê cenaze li sêriyana Misirc, Sêrt û Hawelê pêşwazî kirin bi konvoya ji dehan wesayit pêk dihat birin Sêrtê. Girsê piştî bi konvoyek mezin cenaze birin Mizgefta Seyran Tepe ya Malên Komî yên Şemsika ya li taxa Kooperatifê wecîbeyên olî pêk anîn. Bi sedan jin darbesta cenaze danîn ser milê xwe û birin mizgeftê. Jinan piştî wecîbeyên olî pêk anîn, dîsa bi konvoya ku ji sedan maşîne pêk dihat birin goristana bajar a Sêrtê. Di merasima cenaze de polîsan astengî derxist. Cenazeyê Sevîn di bin dorpêça polisan û maşîneyên zirxi de birin Goristana Şeyh Musa û li vir bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê Sevîm ji aliyê jinan ve hate definkirin. Di merasima cenaze de Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, ani ziman ku hikûmet dixwaze bi van kuştin û operasyonan çavê gelê kurd bitirsîne, lê gelê kurd bi van operasyanan natirse. Zenderlîoglu, da zanîn ku kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest didin rûmeta gelê kurd in û gelê kurd dê li rûmeta xwe xwedî derkevin. Zenderlîoglu, destnîşankirir ku komkujiyên Roboski, 33 gule û kuştinên din gel ji doza azadiyê sar nake. Piştî merasimê girse heta mala şînê ya li taxa Kooperatifê ku ji bo Mercan Sevim hate vekirin meşiyan û mal ziyaret kir.

DİHA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder