5 Mayıs 2012 Cumartesi

Ebrû Yaşar: Ez ji Agiriyê me û kurd im


Ebrû Yaşar: Strana xwe ya kurdî pêşkêşî hemû gelê kurd dikim

Hunermenda bi nav û deng a
Tirkiyeyê Ebrû Yaşar ku çend albumên wê yên stranan hene û bi hevkariya hunermend Îbrahîm Tatlises dest bi strangotinê kir, niha albumeke nû amade dike û dibêje: “Pirr kêfxweş im ku li Kurdistanê hezkiriyên min hene, hêvîdar im bikaribim di demeke nêzîk de werim Kurdistanê û li wir çend konseran bidim.”
Albuma Dînne Yar a Ebrû Yaşarê ku ji 13 stranan pêk tê û Dînne Yar yek ji stranên vê albumê ye bi 3 zimanan hatiye gotin, straneke wê albumê bi kurdî ye û teksta wê ji aliyê hunermend Şerîf Kayran ve hatiye nivîsandin, Ebrû Yaşar dibêje: “Hêvîdar im ev strana kurdî bibe cihê razîbûna hemû gelê kurd û pêşkêşî hemû gelê kurd jî dikim.”
- Ebrû tu kî yî, ji ku derê yî?
- Ez ji Agirîyê me ku bajarekî kurdî ye, yanî ez kurd im.
- Dizanî li Kurdistanê hezkirên te pirr in?
- Bêguman dizanim, haya min jê heye ku hezkirên min li bajarên Kurdistanê zêde ne, lewma sozê didim wan ku rojekê li wir konserekê saz bikim, da ku dilê hemû aliyan xweş bikim, ji vir jî slavên xwe ji hemû guhdarên xwe re dişînim.
`Strana xwe ya kurdî pêşkêşî hemû gelê kurd dikim`
- Dibêjin di albuma xwe ya nû de te stranek bi kurdî amade kiriye, rast e?
- Erê rast e, stran bi navê Dînne Yar e, ku awaza Suzan Eksoylu û tekesta hunermend Şerîf Kayran e. Ev stran bi zimanê tirkî û erebî jî hatiye gotin, min karî vê strana xwe bi heman awazê bi kurdî bêjim. Hêvîdar im ev stran bibe cihê razîbûna hemû gelê kurd û pêşkêşî hemû gelê kurd jî dikim.

- Te tu berhem ji albûma xwe ya nû nekiriye klîb?

- Min tenê stranek bi navê Dinne Yar ku bi tirkî hatiye gotin kiriye klîb, pirr kêfxweş im ku gellek kesan pêşwaziya vê klîba tirkî kirine, lewra hest dikim ev album bibe xizmeteke baş bo hunera min û hêvî jî dikim ku bi dilê hemû guhdarên min be. Di dema bê de jî ez ê heman stranê bi kurdî belav bikim, ger derfet hebe wêya jî bi şêweyeke modern dikim klîb.

‘Bûyera hatî sere Tatlises, ez tevizandim’
- Pêwendiyeke te ya xurt ligel Îbrahîm Tatlises heye, piştî te nûçeya birîndarbûna wî ya giran bihîst, te hest bi çi kir?
- Îbrahîm yek ji wan hunermendên mezin e ku em pê serbilind in, ez carina şanaziyê bi xwe dikim ku rojekê ji rojan, tenê carekê be jî, min û wî bi hev re strandiye. Îbrahîm kesekî dilsafî û liserxwe ye, keseke hertim dilekî wî yê mezin hebû û hertim xizmeta hemû aliyan kiriye. Ew bûyera hat serê wî, ez tevizandim, bi rastî ji bo wî bêtaqet bûm, lê şukir niha baş e, hêvî dikim di demeke zû de rehet bibe û vegere dinyaya hunerê.

Çavkanî: Rêkewt Salam/Rudaw

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder