31 Mayıs 2012 Perşembe

Kesên li Agiriyê hatin binçavkirin ketin greva birçîbûnê


Agirî - 26 kesên duh diserdegirtina malan de li navçe û navenda Agiriyê hatin binçavkirin dest bi greva birçîbûnê kirin.


26 kesên duh li navçe û navenda Agiriyê di operasyona bi navê "KCK'ê" de hatin binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Agiriyê tên girtin. 26 kesên di nav de xebatkarên Navenda Giştî ya BDP'ê, serokên navçe û bajar ên BDP'ê jî hene di binçavan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî astengiya 24 saetan bi dawî bû parêzer çûn bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin.


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder