Dema em zarokbûn, mala me li gund bû, Min li gund dixwend. Rojekî mamosteyê me, got; "Ezê we bibim bajêr (Agirî) û hin cihan we bigerînim". Em hatine bajêr, di serî de mamoste em birine parkê,
li parkê min û hevalê xwe ve, me hinekî lîst. Ji boy me zarokên gundî, park tiştekî pir balkêş û xweş bû. Me bi dilê xwe li parkê bi hêlikan û yên din re lîst. Paşê mamoste em birine pitûkxanê (kütüphane), li wê derê me pirtûkan nihêrî, me gelek tişt kirin, paşê mamoste got; "zarok no, hûn serbest in, çi dikin bikin, lê ji baxçeyê pirtûkxanê dernekevin, hûnê wunda bibin".
Mamoste çû ba mamosteyên din, ez û hevalên xwe ve, em derketine derve, baxçeyê prtûkxanê. Me dinêrî ku, li baxçe, peykerên bi keviran ve hatine çêkirin hene. Wî çaxî me nizanibû, dîrok çiye, tiştên dîrokî çine? Me digot; "Qey hinekan ev keviran çêkirine, da ku zarok bi wan re bilîzin. Çimkî beriya wê, em li parkê hatibûn, kurt be jî em hînî parkê bibûn. Min û hevalan ve me got; "de werin, em bi van hespan ve, bilîzin". Lê ew peykaran, peykerên hespan nîn bûn, yên beranan bûn. Me hew zanibû ku, ew hespin, lê beran bûn.
Me gelekî bi wan peykeran re, lîst. Lê ji boy me ew peykeran pir bilind bûn, ji ber ku, em zarokbûn, bejna me têrê nedikir. Dema yek me siwarî peyker bibûya, hevalekî din alîkariya wî dikir û em wusa peyker sîwar dibûn. Paşê em sîwar dibûne peyker, kêfa me, gelekî dihatine cîh, me digot; "Deh hepsê min, deh".
Sê-çar roj beriya vê, ez ji boy karekî çûme, hindera pirtûkxanê, min ew peykeran dîtin. Dema min wan peykeran nihêrî, ew rojên min, yên zaroktiyê hatine bîra min. Min lê nihêrî ku, peyker ji boy min, gelekî biçûk in, min got; " Zemanekî, ev peykeran ji boy min, çiqas mezin bûn, niha ez lê dinêrim ku, pir biçûk in". Wusa ew rojan hatine bîra min, min wêneyên, wan peykeran kişand, hêca jî min ji xwe re wêneyan dinêrî, min biryar da ku wan bîranînên xwe binivîsînim.
Jiyana me, ya zaroktiyê pir bi serencan bû, min heya pola 5 an li gundê me pola 6 an li gundekî eceman xwend, piştî pola 6 an ez hatim, min li Agiriyê berdewam kir.
Li gund mamosteyeke me hebû, navê wê Dîlek bû, mamoste Dîlek xelqê bajarê Wanê bû, meriveke welatparêz bû. Rojekî gotin; "Mamoste Dîlek ji gundê me diçe, cihekî din, wê ji wê derê mamostetiya xwe berdewam bike".
Me ji mamosteya Dîlek pirsî; "Hûn çima diçin"?
Got; "Zarokno ez naçim, dewletê ez sirgûn kirim".
Me wî çaxî zêde tiştek fêhm nedikir, lê piştî salan em hînbûn ku, mamoste Dîlek, ji ber Kurdbûn û welatparêziya xwe hatiye sirgûn kirin. Piştî wê çûyînê min tu carî mamosteya xwe nedît, carekî ji me re name şandibû, hemû hevalên min re, giştî silav şandibû, min re jî silavek şandibû. Ez pir kêf xweş bibûm.
Berî çûyînê, rojekî mamosta Dîlek, ji min re got; "Nîhat ka ji me re, kilamekî bêje".
Min got; "Ezê bêjim, lê ez tenê kilama, milîtan milîtan Kurdistan, Dayîk heyran simbêl qeytan dizanim".
Mamoste pir kêf xweş bû, got; "Ew hemû kilaman xweştir e, bêje".
Min got; "Ez şerm dikim, ezê têkevime pişt derî û wusa bêjim, ji ber ku ez naxwazim zarok min binêrin. Ew min binêrin ezê şerm bikim û nikarim bibêjim".
Mamoste keniya û got; "Temam tu çawa dixwazî, wusa bibêje".
Bi dîtina wan peykeran ve, her tişt ber çavên min û di hişê min de, dîsa zindî bûn. Xwezî wan rojan, xwezî zaroktiya me, em xizan bûn, lê rûyê me dikeniya, Wî çaxî Jiyana me Kurdewartir bû.
N. Agirî
06.05.2012
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder