22 Mayıs 2012 Salı

Çend Parsekên Agiriyê

 Navê wî
 Îsmet e, xelqê gundê Gîhadînê yê bi navê Zîvker. Xewta Meriv wî dinêre, hew dizane ku, wî de efsûnek heye, dema ez wî dibînim, hew dizanim ku ez ketime nava dîrokê, bi gotineke din hew dizanim ku ew ji dîrokê qetiyaye û hatiye ketiye nava me.
 Navê wê jî nizanim, lê gel jê re dibêje: Pîra Pişt Xotik, meriveke baş e û zû zû destê xwe dirêjî kesî nake... Xelqê xwe sedeqe dayê dayê ger nedayê ew naxwaze.
 Pîra Pişt Xotik ji xwe re hin tiştan dikire, an jî xwediyê dikanê bê pere didê.
 Kalê Belengaz: Ew jî parsekekî di halê xwe de ye.
Kalê Belengaz.


Li Agiriyê gel pere û tiştên din dide wan, lê kes zêde guh nade wan. Kesek nabêje ka ev kî ne û derdên wan çine? çima xebernadin? çima ji civatê dûr in û çima mîna me nîn in? Ez van pirsan pir meraq dikim. Wekî din gunehê min ji wan tê, Ez kengê wan dibînim dilê min bi wan re dişewite û xemgîn dibim. Dibêjim gelo çima di wî rewşê da ne? çima jiyana wan jî mîna jiyana me nîn e?

Li kuderê yekî ji wan bibînim, wêneyên wan bi dîzî dikişînim. Ji ber ku ez naxwazim, gava ew bimirin rûyê wan bê bîrkirin. Bila her tim bijîn, xwe jiyana wan ne jiyan be jî, bila bijîn. Laşê wan nejî jî bila wêneyên wan bijîn.

Dibêjin; Piraniya van parsekên bajarê Agiriyê, di komkujiyên Agiriyê de dîn bûne loma li Agiriyê evqas zêde dîn hene. Ez vê gelekî meraq dikim lê ew xebernadin, meriv çi ji wan dipirse, bersivê nadin.

N. Agirî

23.05.2012




Hiç yorum yok:

Yorum Gönder