6 Ekim 2013 Pazar

Li zozaneke Agirî gur ket nav pez

 Agirî (Rûdaw/AA) – Li bajarê Agirî yê bakûrê Kurdistanê û li Zozana Sînegê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 500 metre ye, gur ketin nav pez. Di encamê de 111 mîh û 13 bizin mirar bûn.


Li nêzikî Goma Mecîtê, gur ketin nav pezê Nûrettîn Mert. Ji ber berf û mijê ziyan nehat hisapkirin, lê sibehê hat dîtin ku guran 111 mih û 13 bizin kuştine.

18 mêşinên ji guran reviyan jî li ber zêviyên herêmê hatin dîtin.

Xwediyê pez Nûrettîn Mert ragihand ku ji bajarokê Xelefliyê yê girêdayê bajarê Îdirê ji bo çêrandina pez hatine Zozana Sînegê û got: "Duh (05.10.2013) êvarê hewa bi mij û dûman bû. Me pez anî dakir hewşê. Nîvê şevê gur ketin nav pez û pez ji hev belav bû. Dema me sibehê jimart, me dît ku kêm bûye. Nêzikî 50 hezar lîre zirara me heye."

Ev çend roj in li derdora çiyayê Agirî berf û baranek tund dibare û rewşa hewayê li wan deran gelekî sar bûye.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder