1 Ekim 2013 Salı

Li Bazîdê êrîşa li dijî avahiya BDP'ê hat şermezarkirin

 Êrîşa li dijî avahiya BDP'ê ya Bazîdê bi meşek girseyî hat şermezarkirin.

Li navçeya Bazîdê ya Agirî şevê din ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve li dijî avahiya BDP'ê ya Bazîdê êrîşek çekdarî pêk hat. Êrîşa çekdarî îro ji aliyê endam û rêveberên BDP'ê û girseyek mezin ve bi meşekê hat şermezarkirin. Girseya ku li ber avahiya BDP'ê kom bûn heta Parka Ehmedê Xanî meşiyan.


Girsê di meşê de bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî berxwedana YPG", "Zext me bêzar nakin" û "Em ve erîşa çekdarî şermezar dikin", "Em êrîşa li dijî partiya xwe şermezar dikin" vekirin. Hevserokên BDP'a Bazîdê Cemil Rızaogullari û Fatma Okçu, Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz, nûnerên TUYAD-DER, endamên meclisa bajar û nûnerên saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Di çalakiyê de Hevserokê BDPa Bazîdê Cemil Rizaogullari daxuyanî da û êrîş şermezar kir.

Girsê pişti daxuyanî da bi çepik û tilîliyan belav bûn.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder