22 Ekim 2012 Pazartesi

Li Amed, Wan û Agiriyê çalakî û operasyon


 Behdînan - HPG’ê da zanînku gerîlayên HPG’ê li navçeya Licê ya Amedê li dijî karwaneke leşkerî çalakî li dar xistine û di encamêde wesayita ku 6 leşker têde bûn hatiye rûxandin. HPG’ê der barê operasyonên artêşa Tirk û çalakiyên gerîlayan ên li Amed, Wan û Agiriyê de agahî da.


Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê çalakiyên gerîlayan û operasyonên artêşa Tirk ên li Amed, Wan û Agiriyê de agahî da.

LI PASÛRÊ LI DIJÎ KARWANA LEŞKERÎ ÇALAKÎ

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Di 18'ê Cotmehê de di navbera saet 18.00-19.00'an de li navbera navçeya Pasûra Amedê û Mûşê li herêma Darbiyê ya bi ser Şenyaylayê li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek haitye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de daggeyigiyek hatiye rûxandin, hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê operasyona li herêmê hatiye lidarxistin di heman rojê de bê encam paş de vekişiyaye.”

LI LICÊ WESAYITEK HAT RÛXANDIN

HPG-NÇR’ê da zanîn ku di 21'ê Cotmehê de di saet 10.45'an de li navçeya Lîceya Amedê li herêma Korxê li dijî karwaneke leşkerî ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û got; “Di encama vê çalakiyê de daggeyigiyek a tevî 6 leşker tê de ne hatiye rûxandin. Artêşa dagirker a tirk ji bo enqaza daggeyigiyê bi vîncê rake rê bi qasî du saetan li çûnûhatinê qedexe kiriye.”

LI ELBAKÊ RÊ KONTROL KIRIN

Di berdewama daxuyaniya HPG-NÇR’ê de hat gotin ku di 21'ê Cotmehê de di navbera saet 13.30-14.302an de li navçeya Elbaka Wanê li navbera gundên Deravê û Dirîşkê yên bi ser Geliyê Masîrone ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin û wiha hat gotin; Nasname hatiye kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Herweha 11 karkerên li qereqolên ser sînor dixebitin, ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin, hatine darizandin û piştî van karkeran soza nexebitandina bi dijmin re dane, serbest hatine berdan. Herweha tirek a şîrketa Merve Naqliyatêye û ji dijmin re erzaq dikişîne ji aliyê gerîlayên me ve hatiye derbekirin.”

HPG-NÇR’ê der barê operasyona li Qelqeliya Wanê de jî ev agahî da; “18'ê Cotmehê de li navçeya Qelqeliya Wanê li dijî derdora gundê Axo ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Operasyona li herêmê di 20'ê Cotmehê bê encam paş de vekişiyaye. Herweha li derdora Gundên Tilora, Gultepe û Per ên bi ser Qelqeliyêne tevgerên leşkerî heye. “

OPERASYONA LI AGIRIYÊ DIDOME

HPG-NÇR’ê diyar kir ku di 18'ê Cotmehê de piştî çalakiya li navçeya Eleşgirta Agiriyê ji aliyê gerîlayan ve hatibû lidarxistin ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk li dijî Kosedax, Gundên Çerkez, çat, Dahar û Xanê, Geliyê Kalo ya bi ser herêma Çemçê operasyonek hatibû lidarxistin û got; “Operasyona li herêmê hîn jî bi rengê kemîn û keşfê berdewam dike.”


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder