27 Ekim 2012 Cumartesi

Li Agiriyê çalakiyên piştgiriya berxwedana zindanan


Li navçeya Panosê ya Agiriyê ji bi heman armancê li avahiya BDP’ê çalakiya birçîbûnê ya ji 3 rojan hate destpêkirin. Serokê Rêxistina BDP’ê yê Agiriyê Fahrettîn Yildirim, Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz, rêveberên BDP’ê yên Panos û Tutaxê û gelek kesên din tevlî bûn. Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz daxuyanî xwend û dihat kir ku, ew bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên birçîbûnê ya li girtîgehan dest bi çalakiyê dikin û wiha got: “Em piştgiriyê didin daxwazên girtiyan ên şertên Birêz Abdullah Ocalan ên ewlehî, tenduristî û azadiyê pêk bên û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî”

LI BAZÎDÊ ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ

Li konê ber Şaredariya Bazîdê hate vedan jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî dê 2 rojan berdewam bike. Parlementerê Agiriyê Halîl Aksoy, Wekîlê Şaredara Bazîdê Salîh Ersîngun, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên BDP’ê û TUHAY-DER’ê û malbatên girtiyan tevlî çalakiyê dibin.

Rêveberê TUHAY-DER’ê Ahmet Înan diyar kir ku, ew bi armanca di raya giştî de ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê çalakiyê li dar dixin. Parlementerê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî wiha got: "Me kurdî rewa kir. Niha girtî ji bo bi kurdî parastinê bikin bedenên xwe ji mirinê re razadin. Hêj jî ji kurdî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ Daxwazên hevalên me rewa ne. Em jî dê di nav vê çalakiyê de cih bigirin. Bila hemû kes bizane ku, hêj Kurd ji ber ku mafên xwe diparêzin di girtîgehan de ne. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav bên avêtin. Em şopkerên van daxwazan na perçeyekî vê yekê ne. Em dê bê navber xebatên xwe bidomînin.”


ANF NEWS AGENCY

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder