17 Nisan 2012 Salı

Agirî : Pîşeya xizanan Tablagerî


Bajarê Agiriyê bajarê herî xizan e û herî zêde tablager li vî bajarî hene. Tablagerî yek ji bajarê herî bêmesref e û kesên ku betal û dixwazin debara malbatên xwe bikin serî li vî karî didin.

Tablagerî bi amûrên 3 teker tê kirin û ji bo ku bar bibînin li nêzî sûkan di bin tavê de ji bo ku barekî bibînin bi saetan disekinin. Li gel sermayê an jî hewaya germ kolan bi kolan, cade bi cade digerin. Tablager dibêjin ku tablagerî pîşeya feqîran e. Piştî ku dibistan ketin betlaneyê xwendekar jî dibin şîrikê vê pîşeyî. Li Agiriyê piştî ku dibistan ketin betlaneyê ji bo ku lêçûnên xwe yên dibistanê pêk bînin gelek zarokên tablager li kolanan digerin û diqîrin.

‘Xizanî û betalî bûye qedera me’

Welatiyê bi navê Habîb Demîr li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ev 15 sal in tablageriyê dike. Demîr diyar kir ku xizanî ne tiştekî mirov jê fedî bike ye û ji ber xizaniyê ew mecbûrî vî karî dikin. Demîr anî ziman ku ji ber ku kar kêm e û mecbûr e debara malbata xwe bike tablageriyê dike. Demîr bilêv kir ku ew rojê 10-15 TL’î qezenc dike, ji bo ku vî pereyî qezenc bike jî gelek zor û zehmetiyê dikêşe. Demîr got ku rayedar ji bo Agiriye tiştekî nakin û bi salan e ji bajarê xwe parlamenteran dişînîn lê ji bo wan tiştek nayê kirin, pirsgirêkên wan nayên çareserkirin. Demîr diyar kir ku Agirî weke gundekî ye û sedama vê yekê jî rayedarên dewletê ne, ji ber ku ji bo war tiştekî nakin ew jî weke pîşeya herî zor tablageriyê dikin.

‘Ez dixwazim zarokatiya xwe bijîm’

Zarokê bi navê M.E.’yê 12 salî anî ziman ku ji ber rewşa aboriya malbata wî ne baş e, ew jî mecbûr dimîne bixebite, lê ew dixwaze zarokatiya xwe bijî. M.E. ji bo ku piştgiriyê bide malbata xwe rojê 5 TL qezenc dike û ji bo vê pereyî jî li sûkê û kolanan digere. M.E yê biçûk got ku li Bazîdê bi sedan zarokên ku weke wî tablageriyê dikin hene û ji bo ku lêçûnên xwe yên dibistanê bi cih bînin mecbûr dimînin bixebitin. M.E. wiha axivî: „Xwezî derfetên min heba nexebitiyama. Lê em mecbûr in alîkariyê bidin malbatên xwe. Em serê sibehê ji bo ku 3-5 quruşan qezenc bikin tên sûkê. Hîn rojan jî em pere qezenc nakin. Ji ber ku şert û mercên jiyanê pir giran e em her roj dixebitin.“

04 Temmuz 2011

ŞABAN SATILMIŞ/DÎHA/AGIRÎ

Çavkanî: http://www.yeniozgurpolitika.org/arsiv/?bolum=haber&hid=71780

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder