24 Nisan 2013 Çarşamba

Em Ji Bav û Kalê Xwe Virde Komînîst in


Sala 1979 an de li Agiriyê çend xort li pêşiya bankeya Ziraatê ne, şêxê Çixuriyan tê. Şêx wan xortan nas dike, silavê dide wan û dibêje:


-Ma lawo we li vir xêr e?
Xortek dibêje:
-Kekê şêx em xulamên te ne, me ra hinek pereyê bihata em benda wê ne.
Şêx dibêje:
-Ma lawo pereyê çi, kî ji we ra pereyan dişîne?
Xort dibêjin:
-Kekê şêx Moskov dişîne.
Şêx dibêje:
-Ma lawo Moskov çima ji we ra pereyan dişîne?
Xort dibêjin:
-Ji boy Komînîzmê kekê şêx, emê bi wî pereyî ve bixebitin û komînîzmê belav bikin.
Şêx dibêje:
-Ma lawo bêjine Ûrisêtê û Moskovê, em ji bav û kalê xwe virde komînîst in :)

N. Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder