21 Ağustos 2013 Çarşamba

Li Agiriyê şaxa Kurdî-Derê vebû

Kurdî-Der ku li ser zimanê kurdî xebatên xwe dike niha şaxa xwe ya Agirî bi awayekî fermî vekir, lê merasima ji bo vekirinê dê 22’yê vê mehê li dar bikeve.


Kurdî-Dera şaxa Agiriyê di 23’yê tîrmehê de bi awayekî fermî hat avakirin. Piştî gelek hewldanên xebatkar û dilxwazên zimanê kurdî yên Agiriyê, Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) bi awayekî fermî hat avakirin.

Kurdî-Dera şaxa Agiriyê rê roja 22’yê vê mehê merasimeke girseyî li dar bixe û şaxa xwe veke. Komeleyê her kes vexwend merasima vekirinê.

Serokê Komeleyê Fecrî Çalboga der barê komeleyê de wiha axivî: “Zimanê kurdî wekî tê zanîn di bin qedexeyan de ye. Zimanê me her roj bi helandin û bişaftinê re rû bi rû dimîne. Divê her kes xwe wekî berpirsiyar bibîne li hember vê yekê raweste. Em bi vê berpirsiyariyê tevgeriyan. Li bajarê Agiriyê gelek daxwaz dibûn ku mirov bi kurdî bixwînin, perwerde bibînin û bi zimanê xwe yê zikmakî xwe pêşde bibin. Bi kurtasî hewceyî bi komeleyeke wekî Kurdî-Derê hebû. Me xwest bi avakirina komeleyê vê valahî dagirin. Hêvîdarim ku komele bikaribe valahiyê  dagire û bibe bersiv. Komeleya me di 22’yê tebaxê de vedibe. Em ê piştî vekirinê dest bi xebatên xwe yên ziman û perwerdeyê bikin. Em hemû gelê me yê Agiriyê vedixwînin vekirina komeleyê.”

Kurdî-Der ku navenda wê Amed e li Bakur bi ser 20'î re şaxên wê li bajar û navçeyan hene û li ser kurdî xebata xwe dike. Kurdî-Der li gelek şaxên xwe di qursan de dersa kurdî dide.

Yaşar Eroglu

Diyarname.com


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder