24 Ağustos 2013 Cumartesi

Gora Evdalê Zeynikê ji nû ve hat çêkirin

Di roja 18ê tebaxê de li gundê Melehesen a Dutax/Agirîyê gora Evdalê Zeynikê bi şêweyekî nû û tekûz hat çêkirin û ji serdanê re hat vekirin.


Li ser gorê, dengbêjên Agiriyê yên navdar wek Dengbêj Memo, Dengbêj Cesîm û Dengbêj Silheddîn tevî cimaetekê amade bûn. Dengbêjan stranên Evdalê Zeynikê gotin. Meleyan tevî cimaetê ji ruhê Evdal ra dua xwendin, helbestên stranên Evdal hatin xwendin.

Li gund ji bo beşdarên merasima gora nû xwerin û konsereke stranan hat pêşkêş kirin. Raya hemû beşdaran derbarî gora nûçêkirî ya Evdalê Zeynikê de ew bû ku, divê bi gora wî re tevayî hemû goristan wisa bê çêkirin ku bibe baxçeyekî bi gul û gulistan. Ew bibe ciyekî dîyar û pîroz ji bo hezkiriyên çanda kurdî û hunera dengbêjiyê. Hezkiriyekî stran û muzîka Kurdî Mehmûd Camlibel jî derbarî rol û hunera Evdalê Zeynikê da axifî. Li vir lêkolîner Fehmî Atmaca pêşniyaz kir ku li navenda Agiriyê komeleyek bi navê "Komeleya Evdalê Zeynikê û dengbêjiya kurdî" komeleyek bi taybet bê vekirin. Pêşniyaz ji aliyê civaka hazir ve bi kêfxweşî hat pejirandin.

 Dengê Kurdistan/Reşat Heliz -Agirî 



3 yorum:

  1. Merhaba Gerçekten çok gülünç ve komik bir haliniz var..
    Ahmet Aras'ın kitabını hiç okumadığınız belli.. bu neyin arayışı onuda anlamış değilim..
    Evdalın torunu koskoca adam (rahmetli oldu)
    yalanmı söyluyor.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ahmet Aras mı iyi bilecek yoksa akrabaları mı? 110 yaşında adam diyor çok iyi hatırlıyorum Evdal'ın mezarı buraya annemin mezarının yakınına defin edildi.

      Sil
    2. Videosu da burada


      https://youtu.be/P62iv0S4cj8

      Sil