25 Ağustos 2013 Pazar

Li Agiriyê Qezayeke Mîna Komkujiyê

 Li Agiriyê ji heman malbatê 6 kes di qezayê de mirin Herwiha 5 kes birîndar bûn.

Agirî (Rûdaw) – Li navçeya Bazîd a bajarê Agirî yê bakûrê Kurdistanê, di encama qezayekî trafîkê de ji heman malbatê 6 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.


Otomobîla Salih Eskin (43) ajovaniya wê dikir, li tirekî bi plakeya Îranê qelibî. Di qezayê de ajovan Salih Esîn, hevsera wî Seyran (41), zarokên wî Rohan (10), Leyla (14) û Bêrîvan (13) jiyana xwe ji dest dan. Ajovanê tirê û 4 kesên din jî birîndar bû.

Birîndar jî rakirin nexweşxaneya dewletê ya Bazîdê. Tevî hemû yekê jî Havîn Eskîn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Herwiha 5 birîndarên din jî rakirin nexweşxaneya dewletê.

Li pey wan tenê ev wêne ma;

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder