9 Ağustos 2013 Cuma

Du birayên cêwî, du trajedî û du gorên li kêleka hev

Yek li Colemêrgê yek jî li Agiriyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da. Tenê 22 roj ket navberê. Navê yekî Hesen û yê din jî Huseyîn bû. Cêwî bûn. Hemû tiştên jiyan jî cêwî bûn: îşkence dîtin, ketin girtîgehê. Ev jî têr nekir, piştî mirin jî rastî êrîşê hatin.


Li gundê Dêzê ya Colemêrgê di 19’ê cotmehê de di navbera gerîla û polîsên tevgera taybet de pevçûn derket û 8 polîs miribûn û 3 gerîla jî jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji gerîlayan Huseyîn Denktaş bi navê Azad Munzur yê Pirsûsa Rihayê bûn. HPG’ê diyar kir ku Huseyîn birîndar dibe û ji bo teslîm nebe bombeya xwe bi xwe ve diteqîne.

Birayên Huseyîn Hasan Denktaş Rohat Armîn jî 22 roj şûnde di 10’ê mijdarê de li qada Demîrkapi û Kire Hellac a Bazîda Agiriyê di pevçûnekê de ku 15 leşker miribûn, jiyana xwe ji dest da. Çîroka birayên Dentaşan mînakek trajediyeke giran gelê Kurd e.

Hesen û Huseyn di 1985’an de li Pirsûsê ji dayik dibin û ji ber zextên dewltê koçî Dîlokê dikin.

ÎŞKENCE DÎTIN, KETIN GIRTÎGEHÊ

Malbata Denktaş li Dîlokê jî rehet nayên berdan. Huseyîn di 2001’ê de di çapemeniya azad de tê binçavkirin û rastî îşkenceya giran tê. Di 2002’an de tevlî refên gerîlayan dibe.

Piştî Huseyîn, birayê wî Osman ji doza PKK’ê tê girtin. Piştî Osman tê girtin, cêwisiyê Huseyîn, Hesen jî di çapemeniya azad de cih digire. Di 2006’an de bi îdiaya endamê PKK’ê ye tê girtin. Rastî îşkenceya gardiyana tê. Çar mehan girtî dimîne û 2006’an de tevlî gerîla dibe.

ÊRÎŞÊ CENAZEYAN HER DUYAN JÎ KIRIN

Cêwî bûn.. heman rê hilbijartin. Rastî îşkenceyan hatin. Hatin girtin. Tevlî gerîla bûn û 22 roj di navberê de şehîd ketin. Di jiyana xwe de rehet nehatin berdin, piştî jiyana xwe ji dest dan jî rastî şîdeta dewletê hatin. Merasîma cenezaya wan rastî êrîşa polîs hat. Piştre li gundê ku ji dayik bibûn li kêleka hev spartin axê.

Apê wan Mahmut û Muhîttîn ji ber çalakiya midûriyeta polîsan Pinarbaşi hatin girtin. Bavê Hesen û Huseyîn jî bi dehan carî hat girtin û rastî îşkenceyê hat.

Melîha Gunduz-ANF

ANF NEWS AGENCY

1 yorum: