23 Eylül 2013 Pazartesi

Yekemîn berfa demsalê li ser çiyayê Agirî barî

Li ser çiyayê Agirî ku çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye, yekemîn berf barî. Barîna berfê karîgerî li ser rewşa hewayê ya bajarên Agirî û Bazîdê û deverên derdora çiyê kir.


Li gorî ajansên nûçeyan ên Tirkiyê, şeva borî (22.09.2013) li ser çiyayê Agirî bi bilindiya 5 hezar û 137 metre, yekemîn berfa demsalê barî.

Bi barîna berfê re, rewşa hewayê ya bajar û gundên bintara çiyê hat guhertin û ber bi sarbûnê ve çû.

Çiyayê Agirî ku wek çiyayê Araratê jî tê nasîn, çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye. Çiyayê Agirî li bakûrê Kurdistanê li bajarên Agirî û Bazîdê dinêre li rojhilatê Kurdistanê jî li bajarê Makû dinêre her wiha nêzîkî sînorê Ermenistan û Azerbaycanê ye jî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder