10 Eylül 2013 Salı

Ji bo şervanên Çiyayê Agirî stranek

Di dengbêjiya kurdî de herêma Serhedê yek ji herêmên xweser e. Dengbêj Riqoyê Heqiyê Mozê stran û newayên zozan û çiyayên Serhedê digihîne nifşên nû. Hozê straneke li ser lehengên Çiyayê Agiriyê çêkiriye.


Ercan OZHAN / DÎHA

Di çanda kurdî de cihê dengbêjiyê taybet û girîng e. Dengbêjî ji şêwaza muzîkê zêdetir pirî canan bûye wekî amûrê raginadina dîrok û wêjeya devkî ya ji bo nifşên nû. Kurdistan jî hem ji ber forma civaka xwe hem jî ji ber taybetmendiyên xwe yên xwezayî bûye yek ji navendên westayên peyvan ango dengbêjan.
Yek ji van dengbêjan jî dengbêj Riqoyê Heqiyê Mozê ye Dengbêj Mozê yê 58 salî yê çanda dengbêjiyê ji bavê xwe mîras girtiye straneke ku şervanên Çiyayê Agirî vedibêje çêkir. Mozê anî ziman ku armanca wî ew e ku kesên ji bo gelê kurd canê xwe feda kirine neyên jibîrkirin û wiha got: “Biroyê Heseyê Tellî, Xalis Beg, Ferzender, Şêx Resûl, Xalis Begê Sipkî, Îhsan Nûrî Paşa ji bo gelê me tune nebe, welatê me ne di bin mêtingeriyê de be li ber xwe dane, şer kirine. Ji bo ew neyên jibîrkirin ji bo bîranîna wan min ev stran çêkir.”
Çanda dengbêjiyê ya wêje û çanda kurd bi sedan salan e li ser piyan hiştiye û anîne roja me ya îro ji aliyê nifşê nû ve tê nûkirin û pêşxistin. Dengbêj Riqoyê Heqiyê Mozê (58) ê li Bazida Agiriyê dijî der barê şervanên kurd ên wekî Biroyê Heseyê Tellî, Xalis Beg, Ferzender, Şêx Resûl, Xalis Begê Sipkî, Îhsan Nûrî Paşa yên li Çiyayê Agirî jiyana xwe ji dest dan ku stranek nivîsand rûpelên dîrokê diherikîne ser gotinan.

‘EM BI DENGBÊJIYÊ HENE’

Mozê got ku dengbêjiya wî hîn ji bavê wî tê û ji 9 saliya xwe ve stranên fêr bûye dibêje û axaftina xwe bi van hevokan domand: “Qehwexaneya me hebû. Bavê min timî li wir stran digotin. Meraqa bavê min ji bo dengbêjan hebû. Min rojekê ji bavê xwe pirsî. Ji min re got, ‘Dengbêjî kevneşopiyeke kurdan e. Em bi dengbêjiyê hene. Heke dengbêjî biqede em ê jî biqedin’ û bi vî awayî şîret li min kirin. Me mehê carekê li qehwexaneyê şeva dengbêjan li dar dixist. Ji wê demê ve dengbêjî ji bo min bû meraq. Ji 9 saliya ve ez stranan dibêjim. Ez govendên folklorîk ên kurdî fêrî nifşên nû dikim. Ji bo em di dîrokê de neyên jibîrkirin ez vê çanda me dinivîsînim.”

STRANAN DINIVÎSE

Dengbêj Mozê anî ser ziman ku niha jî ji bo Serhildana Çiyayê Agirî stranan çêdike, kesê li pey were nîn in û stranên xwe arşîv kirine. Dengbêj Mozê destnîşan kir ku Serhildana Çiyayê Agiriyê ji bavê xwe û derdora xwe bihîstiye, her wiha ji bo zêdetir agahiyan jî li gundan geriyaye û têkildarî serhildanê gelek pirtûk xwendine.
Dengbêj Mozê bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Min soz da xwe ku ez ê strana wan çêbikim. Armanca min ev e ku ew şervanên egîd ên kurd û têkoşîna gelê kurd neyê jibîrkirin. Biroyê Heseyê Tellî, Xalis Beg, Ferzender, Şêx Resûl, Xalis Begê Sipkî, Îhsan Nûrî Paşa ji bo gelê me tune nebe, welatê me ne di bin dagirkeriyê de be şer kirine. Ji ber min ev stran çêkiriye ez şad im.”

LEHENGÊN ÇIYAYÊ AGIRIYÊ

Denbêj Riqoyê Heqiyê Mozê ku ji bo kesên di Îsyana Agiriyê de jiyana xwe ji dest dan helbest nivîsandine wiha ye;
“Şerek li me qewimî bajarê Agiriyê deşta qanî qorgê
Leşkerê Romê neda me da tu emanê
Îhsan Nurî Paşa bi dûrbînê dinerê
Deşta Erdîşê Gola Wanê leşkerê Romê tine li meydanê
Bombe baran dibare ser agitê kurda bi teyara ne
Mille çepê dinêrin Ferzender e çar gurçikê
Mille rastê Şex Resul e ortê de Xalis Begê Sipkî ye
Li pey wan el eşîra Celaliyan e
Îhsan Nurî Paşa got gelî
Kurd nu xwişk brano bi hev re rabin bi hev re bibin
Yek peşta herin rabin ser piyane
Bila Kurdistana me nemîne li bin destan
Biro Heseye Tellî got,
Gellî dujmine be bext derkevin meydanê
Bi me ra şer bikin wakî meran
Bila dunya alem temaşe bike şerê me
Ka ke berxek e beran e.”

AGIRÎ

Azadiya Welat


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder