17 Eylül 2013 Salı

Ciwanan li Agiriyê meş lidarxistin

Li Agiriyê ciwanan ji bo piştgiriyê bidin gelê Rojava meş lidarxistin. Di meşê de peyama ‘El Nusra wekî El Tayyîp e’ hat dayîn û hat gotin ku AKP piştgiriyê dide çeteyan û hevparê qetlîamane.

Li Agiriyê di pêşengiya Meclisa Ciwanan ya BDP’ê de bi dirûşma ‘Bi Serokatiya azad, ber bi jiyana azad, ji welatê azad ji bo Rojava dimeşin’ meş hat lidarxistin. Parlamenterê Agiriyê yê BDP’ê Halîl Aksoy, hevserokên rêxistina BDP’ê ya Agiriyê Xelef Keklîk, Mensure Aslan û bi gelek kes tevli meşê bûn. Meş li ber avahiya BDP’ê destpê kir û heta Kolana Kaxizmanê dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok’, ‘Bijî berxwedana YPG’ê’ hatin berzkirin. Li Kolana Qaxizmanê rê li trafîkê re hat girtin û li ser navê ciwanan endamê Meclisa Ciwanan Menderes Eroglu daxuyanî da.

Eroglu balkişand li ser pêvajoya çareseriya demokratîk ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û diyar kir ku di encama berxwedana Ocalan, gel û berxwedêrên girtîgehan li Rojava şoreş pêkhatiye û hewldanên Tirkiyeyê û hêzên navneteweyî vala derketine. Erogdu da zanîn ku hikûmet di qonaxa duyemîn de bi pêvajoyên derewîn mijûlkirinê didomîne. Eroglu wiha axivî: “Hikûmeta AKP’ê bi awayekî vekirî piştgiriyê dide çeteyan û AKP dibe hevparê qetlîaman. Em li vir hişyar dikin, ger li hember Rojava êrîş pêk bên em ê bersivê bidin.”

Parlamenter Aksoy anî ziman ku dewlet û polîsên AKP’ê li hember ciwanan zext didin meşandin, li hember ciwanan polîtîkayên fihûş, pişaftin û sîxurtiyê xistine meriyetê. Aksoy bilêv kir ku şoreşa Rojava, şoreşa Bakur e.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Rojaciwan.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder