3 Eylül 2013 Salı

Şopên Qetlîama Zîlanê!

Belê dema ku li Tirkiyê demekê nû tê jiyîn, divê kulen berê dîsa neyê anîn rojevê. Lê lazime ku em bi dîrokê re jî bên li rûyê hev.

Nivîskarê Radîkalê Oral Çalişlar, derbarê Qetlîama zîlanê de quncnivîsekê nivîsî. Vaye bi kurtasî ev nivîs…


Çemê Zîlanê tijî term e

Rojnameya Cumhurîyet, di hejmara xwe ya 16ê Tebaxê 1930an de Qetlîama Çemê Zîlanê wiha îlan kiriye: “Li ser çiyayên Agiriyê teyyareyên me, bi awayekê tund li ser şakiyan bombebaran dike. Çiyayê agirî bi awayekê daîmî di nav înfilaq û êgir de dinale. Qertelên hesin ên tirk, ji hesabê asiyan tê der. Çemê Zîlanê, heya dev tijî term bûye.  

Ez piştî gera xwe ya Colemêrg-Gever derbasî Ercîşê bûm. Ez bi hevalên xwe re derbasî gundê Yaglikê bûm.

Me dixwest herêma gundiyên kurd ên ku piştî Serîhildana Agiriyê, xwe spartibûn Çemê Zîlanê û li vir hatibûn qetilkirin bigerin. Pîrên gundê Yaglikê, çîrokên ku ji bavên xwe guhdar kiribûn vegotin. Bi rastî jî qetlîamek wehşî û dermirovahî hatibû jiyîn.

Em bi Ercişiyên ku di Qetlîama Zîlanê de dê û bavên xwe winda kirine re çûn herêma ku qetlîam lê hatiye jiyîn. Me Sadik Keleş li vir dît. Sadik, malên gundê Kundukê bi yeko yeko hildibijîrîne û çi hatiye sere wan însanan vedibêje.

Rojnameyên demê, firehiya qetlîamê wiha diyar kiriye: Di sala 1930an de, piştî Serîhildana Agiriyê, kurdên ku xwe xwe sipartine Newala Zîlanê, qetlîama herî mezin a dîrokê hat jiyîn. 44 gund hat bombebarankirin û ji zêdetirê 15 hezar kes bi awayekî wehşî hatin qetil kirin.  

Înonu: Kesên ku ji nijada tirkin

Piştî qetlîamê, rojnameya Milliyetê di dîroka 31ê Tîrmehê 1930an de beyanata  Serokwezîrê wê demê Îsmet Înonu weşand. Hin îfadeyên ku nîjadperestiyê wê demê nîşan dide: Li vê welatê, tenê netewa tirk kare mafên etnik û nîjadî bixwaze. Ji bilî tirk mafên tu kesî tune ye. Ji xwe wan, ji tiştên ku rastiye van tune ye re bawer kirine, hatine xapandin. Di dawiya dawî de ew tirkên Rojhilatê ên ku rêya xwe winda kirine ne.

Piştî qetlîamê, mal û mulkên gelên heremê re dest hat dayîn. Gundî di sala 1950an de ji bo ku malen xwe bistînin serî li Dadgeha Ceza ya Ercişê dan lê tu encamekî bidest nexistin. Mijar di sala 2012an de hat birin dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Doz hat qebûl kirin. Ji nav kesên ku doz vekirine Mehmet Gurbuz got qeyda tapuyê yê 6 hezar donum erd ji kalikê wî maye lê ev tapu naye qebûl kirin.

Ji nêviyan Cahît Arli, İsmail Arlı, Mehmet Dursun, Latif Dursun erden xwe yên ku ji TİGEMê re hatiye dewr kirin dixwazin. Goristan jî weke axuran tên bikaranîn. Ev yek gelekî me aciz dike.

Belê, li Tirkiyê rûpelek nû vedibe, dibe ku em kulen berê, pirsgirekên berê venekin. Divê kîn nê jiyandin. Lê hewceye ku em bi dîrok re jî werin rûyê hev.  

Xeberenkurdi.com

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder