10 Eylül 2013 Salı

Nivîskarê Mezin Perwîz Cîhanî Qala Bayîzê /Bazîdê Dike

 Li BAYÎZ ê

Dema ku xelkê me li Makûyê ji bajarê ku turkan navê wî kirine Dogobayezîd, ra BAYÎZ digotin, min nizanî ka çima ew nav wisan tevî hev bûye. Lê dema ku ez çûme BAYÎZ ê û min dît û bihîst ku xelkê wî bajarî û bitaybetî yên salmend û cihandîtî jî ji bajarê xwe ra BAYÎZ dibêjin.
Li wir li ser navê bajêr min bi hindek kesan ra xeber da. Her yekê tishtek digot. Lê ya herî giring ew bû, ku navê bajarê wan wekî navê bi sedan bajêrê kurdan yên dî ji layê turkan va hatîye guhurrînê. Ez gelekî li ser wateya navê BAYÎZ ê hizirîm. Da ku ez çûme ser gorrina Xanî ya pîroz û min ew axa muqedes zîyaret kir. Li dû ra em çûne seraya Ishaq Pasha û li nav kavilên BAYÎZ a kewin jî gerrîyan. Li wir ez bi wateya navê BAYÎZ ê hesiyam. Hewa sayî û tava havînê dar û ber û canliber disincirand. lê bayê kumê mirovî ji serê mirovî dirrevand. Min zanî ku navê vî bajarî ji bayê hatîye vergirtin. BAYÎZ wate cîhê ber bi ba. Cîhê ku bayê wê guj û tund e. Peyva BAYÎZ peyveke hevbend e, ku ji du peyvên BA û ÎZ pêk tê. Ba navdêr e û îz jî pashgireke kurdî ye, ku li dû navan ra tê û wana dike xudanê wî tishtî. pashgira îz li farsîya kuwin da jî hebûye. Ev pashgira di zazakî da dibe îj- BYÎZ jî wekî TEBRÎZ, NEYRÎZ ji navekî û pashgirekî hatîye wergirtin.
BAYÎZ, TEBRÎZ, NEYRÎZ, ...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder