25 Ağustos 2012 Cumartesi
29 Serhildanên Kurdan Dîtin
SÊRT (DÎHA) - Welatiyê bi navê Mehmet Esen ê 128 salî ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de di 3 eniyan de şer kir û ji ber birçîbûnê çaruxa xwe xwar di heman demê de şahidê 29 serhildanên kurdan e. Esen, diyar kir ku li lozanê kurd rastî îxanetê hat, ji bo xelaskirina vî welatî wan şer kir lê leşkeran gundên wan şewitandin û wêrankirin û wiha got: "Min gelek serhiladan dîtin. Min gelek rêber dîtin, gelek şervan dîtin lê tenê min serokek dît. Ew jî Abdullah Ocalan e."
Welatiyê bi navê Mehmet Esen ê 128 salî û bûye şahidê dîroka serhildanên kurdan li gundê Êrsê yê navçeya Dihê ya Sêrtê hate dinê. Esen di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de weke Eşîrên Botanê bi 400 kesan re tevlî Alayên Hamîdiyeyê bû. Esen, diyar kir ku piştî têkoşîna dayîn li Peymana Lozanê ji ber "Kurt tunene, hûn jî êdî tirk in" kurdan serî hilda û wî şahîdiniya 29 serhildanan kir. Esen, anî ziman ku hinek neviyên wî ji ber kalbûnê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: "Ez di sala 1914'an de tevlî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bûm. Ez nizanim neviyên neviyê min hene. Niha li çar aliyên Tirkiyeyê belav bûn e.
'Kurd gihiştin îmdada Osmaniya têk diçû'
Esen, da zanîn ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de kurdan dagirkeriya Tirkiyeyê asteng kir û wiha got: "Di şerê Cîhanê yê Yekemîn de Ermeniyan mafên xwe xwastin. Rusan jî piştgirî dayê. 3 generalên wan hebûn. Erîvanli Aram Paşa, Tuma û Seyyup, Ev generalên Ermenî ne. Me li hemberî van şer kir. Bi Rusan re 80 hezar leşkerên Ermeniyan hebûn. Ermeniyan bi Erziromê re Wan û Bedlîs dixwastin. Bi piştgiriya Rusan hatin. Wê demê pergala Şehzadeyî yî hebû. Wê demê Sadrî-Azem Mahmut Şevket di navbera xwe de înfaz kirin. Pergala Osmaniyan di nav xwe de dest bi têkçûnê kir. Li aliyekî Fransizan êrîş kir li aliyekî Înglîzî, Rus,Yunan û Bulgaran êrîş li Osmaniyan kir. Wê demê Alayên Hamîdiye yê ji eşîrên kurdan pêk dihat gihişte alîkariyê wan. Em hemû eşîran li bajarên xwe li 3 eniyan bi xwe înîsiyatîf girt û seferberî îlan kir."
'Yekîneya Tirk paşve reviya'
Esen, anî ziman ku li hemberî rêberên kurd ên li dijî îngîlîzan şer kirin îxanet hate kirin û Fermandarê Kolorduya Yekemîn ê ku li Basrayê 6 hezar leşker dan kuştin şer berda û reviya û wiha axivî: "Wê demê Fahrettîn Paşa bi Şêx Mahmut Berzencî re di nava peymanekê de bû. Heke pêşiya îngîlîzan bibire dê li wir xwestiyê bidinê. Şêx Mahmut Berzencî bi îngîlîzan re şer kir. Piştî hêza xwe ya şer winda kir soza Fermandarê Kolorduya Yekemîn Farhettîn Beq dayîn negirt û îxanet kir û Şêx Mahmut Berzencî daliqand. Li wir îngîlîzan heta Zaxoyê destser kir, li Suriyeyê jî Fransizan destser kir. Lê Kurdistan teqez teslîmî van hêzan nebû û heta dawiyê şer kir. Senanîk Paşa û nûnerên artêşa tirk ên din teslîm bûn û paş ve reviyan. Osmanî perçe perçe bû."
‘Ji ber birçîbûnê min çaruxa xwe xwar'
Mehmet Esen, da zanîn ku bi cilên leşkerên rusanê ên kuştin xwe gerim kirin, ji ber birçîbûnê çaruxa xwe xwar. Esen, bi hêza leşkerî ya ji 400 kesan pêktê ji Sêrtê heta Bedlîsê bi Rusan re 45 rojan şerê kir wiha vegot: "Rus heta Bedlîsê hatibûn. Em ji Sêrtê derketin rê. Em berê Rus ji Bedlîsê pişt re jî ji Tetwanê derxistin. Em li wir tevlî artêşa di bin fermandariya Şêx Selahattînê Xizanî bûn. Me li wir Rus ber bi Norşînê ve paşve birin. Pişt re em derbasî Panosê bûn. Li ser serê artêşa Panosê Hasan Paşa (Haydaran) hebû. Qonaxa me ya dawî ew der bû û pişt re em paşve vegeriyan." Esen, da zanîn ku ji bo pergala têkoşîn dayîn li Lozanê bi peyvekê hate xîzkirin û wiha pê de çû: “Generalê rusan ê sînor Nîkel bû. Generalê piyadeyê Dîgor bû. Aram Paşa jî bi eslê xwe Ermenî bû. Van li hemberî me şer kir. Ya min ji şerê yekemîn ê cîhanê fêm kir, em ji bo îslamiyetê û welatê xwe ji dijminan bi parêzên şer kir."
‘Lozanê li kurdan xist'
Esen, bilêv kir ku biryarên li Lozanê hatin girtin herî zêde kurd bi bandor kirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Wê demê emrîka bi hêz nebû. Tenê kombûna netewan bû. Çûn cem îngîlîzan. Li Lozanê di avakirina komarê de hinek madeyên danîn pêşiya wan wisa ne; Elfabeya erebî dê bê rakirin dê ya latînî bê bikaranî. Rêgezên olî dê hemû bên rakirin. Cil û berg dê bê guherîn. Li şuna înê dê roja yekşemiyê bibe roja betlaneyê. Îsmet, hemû daxwazên îngîlîzan qebûl kirin."
'Min seydayê Cegerxwîn li Dêrikê dît'
Mehmet Esen, diyar kir ku divê gelê kurd û tirk di nava yekîtiyê de bin û wiha got: "Ez her tim kurd û tirkan wek e bira dibîn im. Ez hêvî dikim Şah Sileyman, Alettîn û Osman, Ahmet Çelebî û Eyup Xanê Kurdan, yekîtiya kurd û tirkan dîsa bidom e. Bila dîsa edalet û yekîtiya nav gelan çêbibe." Esen, da zanîn ku ew ji bo dîtina Cegerxwîn çûye Dêrikê. Esen, ev tişt gotin: "Min Seydayê Cegerxwîn li Dêrikê dît. Ji bo netewebûna kurdan wek e perwerdehiyek da me. Bangî min jî kiribûn."
'Di serhildana kurd de xeletî hate kirin'
Esen, bal kişand ku ligel biryara divê di Kurdistanê de serhildan demildest hatibûya kirin lê hin eşîrên bi dewletê re dixebitîn biryarê vala derxistin. Esen, wiha got: "Serhildan ji nîşka ve çênebû. Şêx Seîd serhildan kir, pişt re Yakûp Axa û Şêx Evdirehmanê Medreseyî Dihê bidest xist. Pîrêzdîn Garisî jî Perwarî xiste destê xwe. Lê hemû eşîr di wê demê de raperîn nekirin. Lê belê divê li Kurdistanê hemû serhildan çêbibûya. Ji ber ku serhildan perçe perçe pêk hat, bi xwînê hatin tepisandin. Ev car dewletê eşîrên serhildan kiribûn ji kokê ve rakir, yê mayî jî wan derxiste derveyê sînor. Pîrêzdîn Garisî ligel ew bi xwe radestê dewletê bibû jî hate qetilkirin. Yakûp Axa reviya Sûriyê Şêx Evdirehmanê Medreseyî jî neçar ma reviya Iraqê."
'Dihê 2 caran kete dest'
Esen ê ku şahidiya 29 serhildana kiriye, şahidiya 2 caran serhildana bidestxistina Dihê ya jê 5 kîlometre dur e kiriye. Esen, bibîrxist ku dewletê li dijî serhildana dawî hemû gundên kurdan wêran kir. Esen, ev tişt gotin: "Min şahidiya gelek serhildana kiriye. Min şahidiya 2 caran ku Dihê hate bidestxistin kir. Ya dawî jî Apociyan Dihê bidest xist. Lê piştî bidest xistin yek kes jî nehate kûştin. Berê sibê êdî gihiştibûn armanca xwe û navçeyê terk kirin. Dewlet divê êşa vê ji kurdan derxistibûya û dest bi wêrankirina gundên kurdan kir. Gundê kete pêşiya wan şewitandin. Resmen herêma kurdan vala kirin."
'Welat me ava kir, hatin me ji mala me derxistin'
Esen, destnîşan kir ku ew bi xwe rastî êrîşa serbaz ê (yuzbaşi) gund şewitandin û da valakirin hatiye. Esen, wiha got: "Gundê me jî şewitandin. Leşkeran nehiştin em biaxivin jî. Êdî min sebir nekir, min destê xwe avête pora wî û got 'Di her mûyekî te de keda min heye. Me vê welatî ava kir. Hûn me ji welatê ku me ava kiriye dajon, mala min dişewitîn in'. Were bibîne ku di wî hişmendiyê de bû jî, min jî baş nas dikir. Me vê welatî ava kir, wana jî hatin me ji mala me derxistin."
'Gazîbûna min jî nadin min'
Mehmet Esen, diyar kir ku di dîrokê de xiyaneta herî mezin Îsmet Înonu li kurdan kir. Esen, da zanîn ku ew ji mehmiza gazîbûnê ya didin tirkan jê muaf hatiye girtin. Esen, anî ziman ku kurd civakek xweser bû. Esen, wiha got: "Lê ez li vî alî dinyayê û li wê alê dinyayê derheqê Îsmet Înonê de dozdar im. Ewqas xwîn û keda kurdan tunehesiband û di Lozanê de got 'kurd tune ne'. Ji wê rojî heta îro kurd li pey mafê xwe ne û berdelan dide."
'Min yek Serokek dît'
Esen ê extiyar ji bo netewbûnê bang li kurdan kir û ev tişt gotin: "Divê kurd komkûjiya Sedam kirî tu car ji bîr nekin. Ji ber vê yekê ne dema bi yekî re xwemijûlkirinê ye. Li Iraqê hin deskeftî hene. Niha kurd li Sûrî hatine asta xwe bi xwe birêve bibin e. Şikir ji xwedê re min ew jî bi guhê xwe bihîst. Min gelek serhildanan dît, gelek serokan dît, gelek şervanan dît; lê min yek rêberek dît. Ew jî Abdullah Ocalan e. Tirkiye divê êdî bi Ocalan re dev ji şerê bi çekdarî berde, bi wî re bikevin şerê pênûsê, bila mase bê danîn û şerê pênûsê bê kirin, heta di biratiyê, wekheviyê de bê astek ê. Bila di nava kurd û tirkan de sînor çênebe, bila meclîs bibe ya kurd û tirkan, Ocalan dê li ser navê kurdan di wê meclîsî de cih bigire, waye dê ew dem şer biqede. Min di avêtina ser Dihê de ji wan re gelek xemgîn bibûm, min digot 'tê wan hemûyan bikûjin'. Lê ez xeletbûm. Apocî îro hatine asteke ku dikare mafê kurdan biparêze. Bûye arteşek mezin. Di erdnigariya kurdan de, Iraq, Tirkiye û Sûriye ji petrolê, ava û axa wê sûd werdigirin. Ji ber vê yekê em dibêjin, kurd biratiyê dixwazin lê koletiyê naxwaz e."
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder