11 Ağustos 2012 Cumartesi

Evrehman "Mêrê Bazîdê Mêr e"

Evrehman kesekî belengaz e. Aboriya xwe bi alîkariyên xelqê ve dike. Şeva borî min ew li ber dibistana bi navê Şerîfê baci dît. Rex dibistanê holikeke (kûlûbe) biçûk heye, ew dane wî û di wir de dimîne. Wexta ku min ew dît, rûyê wî dikeniya got: "Wesayitek li vir re derbas bû, yek tê de peya bû û sed milyon da min". Ji ber wê Evrehman zef şadibû.



Ez bawerim ku yekî fitir an jî zikatên xwe dabû wî. Min got: "Evrehman ji kesekî re nebêje: "Li cem min pere hene, çi bêjî dibe. Merivên bê însaf hene".

Evrehman eslê xwe xelqê Bazîdê gundê bi navê Girgopa ye. Lê bi salan e, li navenda Agiriyê dijî. Berê li kudera Agiriyê dima ez nizanim, lê niha ev çend mehin ku li holika ku min li jorê qala wê kir, di wir de dimîne. Ji min re got: "Du qîzên min hene, li Bazîdê dibistana dewletê de dixwînin". Rast got an na ez nizanim. Lê ya bi rastî ez bawer nakim ku Evrehman zewicî be, ji ber ku merivekî sef e. Bawer nakim ku kes wî bixwaze. Xwe bi xwe re xiyalên dibîne. Lê dibe ku rast be jî.

Min ji bavê xwe re got: "Evrehman gunehe, dikarî fitir û zikatên me bide wî. Hema qe nebe, nîvê wan bide Evrehman, nîvî jî bide hinekên din". Bavê min wê fitir û zikatên me bide wî.

Meriv zef dixwaze alîkariya van merivên xizan û belengaz bike, lê mixabim ku her tim bê derfetiya merivan, ji merivan re dibe asteng.

Evrehman wuha digot: "Merivên vî şeherî (Agirî) gişt başin. Gişt jî alîkariya min dikin. Di vî şeherî (bajar) de merevên xelqê Bazîdê zef in. Piraniya vî bajarî ji Bazîdê ne. Tu zanî mêrên Bazîdê zef mêr in".

Min got: "Erê Evrehman rast e, Bazîdî mêr in".

Got: "Tu zanî ez qe natirsim, jinek hate bir holika min, hema bidî min qe şerm nekir, derpiyê xwe xist û mîz kir".

Hema bidî te wusa kir?

Keniya got: "Erê lê, hema ber çavên min wusa kir. Tu zanî kî bû?"

Kî ?

Destê xwe ber bi mirtivên ji Edênê hatine kir û got: "Ew poşeyên (mirtiv) hanê dibînî, a jineke wan bû".




Min got: "Evrehman tevî wan nebe, wê xirabiyekî bînin serê te".

Got: "Kuro ew dikarin, tevî mêrê Bazîdê bibin, ezê wan hemûyan zêl zêlî bikim".

Min got: "Erê Evrehman can, rast e, ew nikarin tevî merê Bazîdî bibin. Lê ew zef in tu tenêyî. Yek jî tu kalî".

Got: "Erê xwezil ez kal nebûma, kalbûn nerinde".

Min dît ku, moralê wî xira bû, ez keniyam û min got: "Ê îja te jinik wusa dît, te çi kir?"

Got: "Hema min hêdîka kevirek li erdê hilda û havîte jinekê. Jinik bi lez û bez rabû ser xwe." Evrehman keniya û got: "Jinikê ji tirsan ser xwe de mîz kir. Kincên wê gişt bûne mîz. Ez ji te re çi dibêjin "Mêrê Bazîdê mêr e".

Paşê min xatirê xwe jê xwest, ji min re got: "Qisûra min nenêre, minê bigota were malê, ew jî ez di malê de tenê me. Kesek tune ye ku ji te re xizmetê bike".

Min got: "Malî ava be Evrehman, tiştek nabe. Bira canê te saxbe".


Wusa min xatirê xwe ji Evrehman xwest û ez çûme malê. Lê ez pir xemgîn bûm. Ji ber ku tenê dijî, kesekî wî li cem nîne. Pir tişt di hişê min re derbas bûn, lê ez naxwazim dirêj dirêj qala wan bikim.

N. A.

1 yorum: