17 Ocak 2012 Salı

Sînega Êzdiya



Sînega Êzdiyan gundekî girêdayî bajarê Agiriyê ye... Berê ev gund, gundê Kurdên Êzdî bû, ji ber vê yekê ye ku jê re gotine Sînega Êzdiyan... Îcar li  bajarê Agirî yê du gundên bi navê Sîneg hene, Piştî ku dewleta tirk, ermenîyan qir kir, Kurdên êzîdî jî qir dike, li sînega êzidiyan jî komkujiyên mezin pêk tîne, Kurdên ku ji komkujiya tirkan xelas dibin ew direvin Rewanê (Ermenistan). Piştî koçkirina kurdên êzdî, îcar kurdên misliman tên li sînega êzdiyan bi cîh û war dibin…



Li sînegan zozanên gelek mezin hene, ez dikarim bêjim ku zozanên welatê me yên herî xweş û mezin zozanên sînegê ne. Ji zozanên Agiriyê yên herî bi nav û deng jî zozanên Sînegê ne. Devî devî sêsed û çarsed êl lê datînin. Hewa wan zozanan pir xweş e. Li van zozanan pez û dewar tên xweyîkirin. Gola sînegê jî gelekî mezin e û gel jê giha diçîne.

Di dîroka Kurd de gelek bûyer li vê derê qewimîne, gelek kilamên dengbêjên Kurd qala Sînega Êzdiyan dikin. Yek ji Wan kilaman, kilama Evdalê Zeynikê a bi navê: Lo Mîro ye.
LO MÎRO

Evdal Begê bi sê denga kire gazî,
Go Surmelî Memed Paşa bavo,
Wê hal û hewalê me çawa be ?
Li kêleka me ya rastê eskerê romê ye
Li pêşiya me eskerê Hecî Ûsiv Paşayê Sîpikî,
Sofî Paşayê Hesenî, Temoyê Cibrî ye,
Li xana Çerkeza, bi me ra hûre, hûr e, gaze, gaz e:
Surmelî Memed Paşa digo Evla Beg, lawo, tu bajo
Ez bavê te me, kilê çevê Eyşan Xanimê me
Ez xwedanê şanzde agirê me, lawo tu bajo !
Bavê te yê şevxûnê li Ereb xe,
Li warê Husên Begê ra lêxe
Di Sînega Êzdiya û Çemçê ra derbas be
Bi sibê ra qonaxa bavê te Pîrkend e…

GULÊ

Gulê go: Evdal marûmo, çevê min reşin, reş belane,
Minê rojê heft caran, bi kilê Sibhanê ew kil dane,
Gelî dengbêjên nola Evdalê Zeynikê
Sewa çevê minê belek jinê xwe berdane

EVDAL

Evdal go: Gulê mehrûmê, ez ji teyra teyrê mêjim,
Ez ji derdê Gula Xamûrê hinî kerim, hinî gêjim,
Heçî ciyê Gula Xamûrê lê, ez nabêjim, ez dengbêjim...

Gulê rabe, îro ez û tu herine Xamûrê vê dewatê,
Gula min yeke enî gewr e, meş werdek e,
bisk bi têl e, qube qaz e
Sergovendî çevê min dî, dilê min ketê,
Ezê ji dê û bavê bixwazim, eger dan ji xwe dan,
Eger nedan, ji derdê dila ez û Gula bav file
Bibin xwîşk û birayên axretê.
Gulê canê, Gulê canê, şemamoka min heyranê,
Dev sedefê, koka dirana mircanê,
Sîng dikana incîyanê...

Nîhatê Agirî


Çavkanî: www.serhed.org

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder