5 Ocak 2012 Perşembe

Xewn

Ez çend roj beriya vê (04.01.2012) gelekî nexweş bûn, şev ketime nava cî û nivînan bêhna min diçikiya, min nikari bû bêhna xwe hilda... dem derbas bû nizanim çawa bûye ez ketime xewê.


Di xewê de wusa bibûn ji xwedêdanê mîna avê bibûn... min xewneke gelekî xweş dît.

Xewnê de Melle Seîdê Kurdî (Bedîuzeman) kete xewna min. em xewnê de gundê me bûn, li gundê me kaniyek hebû me jê re digot kaniya Hecî Zawit an jî kaniya nava gund, ez û hevalekî min ê zaroktiyê bi navê Mûrê em çûne ser kaniya hecî zawit. kaniya hecî zawit de du lûle hene, di herdu lûleyan de jî avake gelekî zelal û gurr dihat. em çûne ser kaniyê avê vexwin, me mêzekir ku mele seîdê kurdî jî ser kaniyê ye, mele seîdê kurdî bi kurdî kilam an jî îlahî (lawij) digot me jî av vedixwar, av wusa xweş bû ku tiştekî nedîtî. serîda min av vexwar, min du bardax vexwar paşê mûrê vexwar û du bardax jî tije kir got ezê vê jî bibim malê bila gelê malê vexwe... ez piştî wê xewnê ji xewê şiyar bûn, ji nexwaşiya min tiştek nemabû, di hundurê min de hizûr û aramiyeke gelekî xweş hebû...

Di jiyana min de cara yekeme ku ez xewneke wuha dibînim. min xwest ku ez wê xewna xwe binivîsînim, da ku ji bîr nekim.

Ez vê bolgê jî mîna rojnivîskekî bikartînim, min got ya herî baş ewe ku ez binivîsînim.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder