2 Ocak 2012 Pazartesi

Hîn Edetên Me (Herêma Agirî)



Li Agiriyê dema zarokek nû çê dibe (tê dinê), peşiyê biryara navê wî didin, ser wî navî hembiryar dibin paşê di guhê wî de sê cara bang (azan) dikin û sê cara navê wî di guhê wîde dibêjin... mînak em bêjin navê wî Berzan be piştî sê car xwendina bangê sê cara di guhê wî de dibêjin Berzan, berzan, berzan.


Dema zarok dibe çil (40) rojî...malbata zarok dan çêdike û  hemû cînar (cîran) û xizman belav dikin, kesê ku dan hildidin, danê xwe dixwin paşê ji zarok re xelatan (diyarî) tînin...

Roja ku zarok dibe çil rojî serê zarokê dişon... şe dixine nava şelbike av avê ser zarok de dikin, paşê şe ji ser zarok re davêjine walî û dibêjin:

Çilê te, yê teyra, tûya li ser te re derbas be û here.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder