2 Ocak 2012 Pazartesi

Meriv heftê xwe de çibe

Mezinên me digotin: Meriv heftê xwe de çibe heftêyê xwe de jî ew e.
Eva wêneya wêneyê Zaroktiya min e. min ev nû li mala xizmekî me dît.

Nîha ez li wî wêneyê dinêrim, xwe ji xwe re dibêjim mezinan çiqas rast gotine. rastî jî meriv heftê xwe de çi be hefteyê xwe de jî ew e.


Ez hema vî wêneyî dinêrim ew gotina tê bîra min... ez maf didim bavê xwe jî ji ber ku digot merivê berê çi bêjin rast dibêjin, gotina wan têxê guhar û têxe guhê xwe.

Ez di vî wêneyî de çar an jî pêcn salîme û wî çaxî jî hêstên min ên welatpariyê hebûne... hinek heval ji min dipirsin dibêjin tu kengê bûyî welatparêz? hêstên te yên netevî kengê dest pê kirin?

xwe ev wêneya bersivê dide her tiştî... mezinên me xîret bûn mîna mezinên xelqê bê xîret nebûn, hîn em zarok bûn welatparêzî û kurdbûn hînî me kirin... xwedê ji wan qaîl be...

Kalikê min ê gorbihişt nexweş bû ya rastî felç bû... nikaribû nimêj bike ji kelba digirî ya, çimkî hemû jiyana xwe de tim nimêj kiribû jê re dijwar dihat...

wî merivê ku boy nimêjê digirî ya roja hilbijartinê got: têkevine binê milê min, min bibine mektebê (dibîstan) ezê reya (deng,oy) xwe bikar bînim ji ber ku Kurmanc (kurd) gune ne... Dema kalikê min wusa got hêsir ketine çavê min, min got hey mezinên bêxîret qurbana te bin, tu di vî rewşa xwe ya xirab de jî gelê xwe difikirî...

Kalikê min merive kî gelekî xîret bû... min rojekî jê pirsî, min got: Kurd zef in an hindik? got: kurê min dinya gişt (bi wateya pirbûnê de) Kurd e, lê kurd ji hevûdu nagirin, wana hevûdu bigirta niha halê (rewş) me wuha nîn bû...

Rehma Xwedê lê be, cîhê wî bihişt be.

Agirî Ararat

03.01.2012

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder