10 Haziran 2013 Pazartesi

Mîhrîcana Ehmedê Xanî nêzik dibe

Şaredariya Bazîda Agiriyê ragihand ku Mîhrîcana Çand Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî ku îsal ya 9’emîn tê lidarxistin deriyên xwe 28’ê hezîranê ji hunerhezan re vedike.


9’emîn Mîhrîcana Çand Huner û Turîzmê ya Ehmendê Xanî ku wekî kevneşopiyeke ji aliyê Midûriyeta Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bazîdê ve tê amadekirin îsal dê di 28’ê hezîranê de dest pê bike. Berî çend rojan ji bo destnîşankirina dîroka mîhrîcanê li Salona Civînê ya Şaredariyê bi tevlibûna nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatiyan li ser pêşniyarên beşdaran dîroka lidarxistina mîhrîcanê 28,29 û 30’ê hezîranê hat destnîşankirin.

Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz û endamên meclisa şaredariyê jî tevli civînê bûn. Di civînê de beşdar xwestin k udi bernameya mîhrîcanê de divê ku ji bo panel û çalakiyên liser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê ya îsal de da destpêkirin jî cih bigirin û helbet ji bo çalakiyên hunerî konserên bi tevlkibûna hunermendan jî divê bên lidarxistin.
Beşdaran her wiha xwest ku ji bo nifşên nû jî der barê Ehmedê Xanî û berhemên wî de bibin xwedî agahî divê ku panelên li ser van mijaran jî di mîhrîcanê de werin lidarxistin. Ligel van xwesxtekan beşdaran xwest ku bila rojeke mîhrîcanê diyariyê sê jinên siyasetmedar ên kurd sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansizî Nûnera KNK’ê ya parîsê Fîdan Dogan Aktîvîsta Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê çileyê de li Parîsê bi awayekî hovane hatin qetilkirin, were kirin.

ZINDÎ HIŞTINA ÇANDÊ

Piştî pêşniyarên hatin kirin Şaredara BAzîdê Canan Korkmaz axaftinek kir. Korkmaz diyar kir ku ew bi vê mîhrîcanê dixwazin ku çanda kurdan a ku bi salan e tê înkarkirin, vejînin û zindî bihêlin. Korkmaz axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Em ê li ser pêşniyarên ku gel kirin, plansaziya naveroka mîhrîcanê pêk bînin. Daxwazên gel ji bom e ji her tişltî pêşdetir in. Em ê jî li gorî ruhê pêvajoya ku pêş ketiye bi mîhrîcaneke bi coş û peroş çand û hunera xwe zindî bihêlin û wan pêş bixin.” AGÎRÎ - DÎHA

http://candname.hk-mg.net/

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder