9 Ağustos 2012 Perşembe

Miduriyeta Polîsan dibêje şahidê bi nasnavê 'Agri Dagi' tune ye, lê dadgeh bawer nake


ERZİROM (DÎHA) - Di doza KCK'ê ya Agiriyê de ligel ku Miduriyeta Polîsan a Agiriyê dibêje şahidê nepen yê bi nasnavê 'Agri Dagi' tune ye, lê dadgeh di guhdarkirina kesê tune israr dike.


Rûniştina Doza KCK'ê ya Agiriyê ku siyasetmedarên kurd ên bi navê Reyhan Çomak (46), Xebatkarê Navenda Giştî ya BDP'ê Sûdan Guven (37) û Yaşar Karakûş (37) tên darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê hate dîtin. Di doza ku di navbera Miduriyeta Polîsan a Agiriyê û heyeta dadgehê de bû sedema qeyrana şahidê nepen de kes nehate tehliyekirin. Heyeta Dadgehê di rûniştina borî de der barê şahidê nepen a bi nasnavê 'Agri Dagi' ku di çarçoveya dosyayê de wekî li ser bersûcan îfade daye xuya dike, ji bo wî guhdar bikin nivîs ji Miduriyeta Polîsan a Agiriyê nivîsandibû. Di bersiva ku ji miduriyetê hat de tê gotin ku "Kesek wisa tune ye". Lê heyeta dadgehê bersiva miduriyetê têr nedît, di vê rûniştina ku bersûcên girtî û parêzerên wan û Parlementerê BDP'ê ya Agiriyê Halîl Aksoy, Serokê BDP'ê ya Erziromê Riza Guler beşdar bûn de carekî din daxwaza xwe dubare kir û xwest şahidê nepen 'Agri Dagi' yê li gorî Miduriyeta Polîsan a Agiriyê tune ye, guhdar bike.


Di rûniştinê bersûcan xwestin bi zimanê kurdî parastina xwe bikin, lê heyeta dadgehê vê daxwazê red kir. Pişt re parêzerên bersûcan dest bi parastinê kirin. Parêzer Muşîr Delîdûman diyar kir ku di rûniştina borî de derketibû holê ku şahidê nepen ê bi navê 'Agri Dagi' tune ye û da zanîn ku bi vê yekê tu bingeha hiqûqî ya dozê nemaye. Delîdûman destnîşan kir ku mûwekîlên wî di encama lîstîka polîsan hatine girtin û xwest ku muwekîlên wî serbest bên berdan.

Heyeta dadgehê biryara domkirina rewşa girtîbûna bersûcên ku di 6'ê Kanûnê 2011'an de di encama operasyonê de hatibûn binçavkirin û girtin da. Heyet biryar da ku carek din nivîs ji Miduriyeta Polîsan a Agiriyê bê nivîsandin û şahidê nepen ên tune were tespîtkirin û guhdarkirin. Rûniştin taloqî 9'ê Cotmehê hate kirin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder