15 Ağustos 2012 Çarşamba

Kera Zaroyiyan


Li Gîhadîna Agiriyê du eşîrên nav û deng hene: Yek Zaroyî ya din jî Kerroyî. Li Agiriyê taybetî li Gîjhadînê çiqas tiştên bi qirfî an jî henek hebin. Gel wan davêje ser van her eşîran (Dibe ku eşîr na berekbin jî).


Rêya ku li Bazîdê tê û diçe Agiriyê, 9-10 km an dûrî navenda Gîhadînê ye. Di Gîhadînê re, rê naçe wek Colemêrg ê. Yekî Zaroyî ji Gîhadînê kera xwe hildide û tê ser rêya Agiriyê. Li wir disekine ku wesayîtek were wî hilde û here Agiriyê. Piştî demekê wesayîteke Bazîdê tê. Ew ê Zaroyî destê xwe ji wesayîtê re bilind dike û wesayît disekine. Ji şofêr re xeber dide:

-Bavo tê herî Agiriyê?

(Ajokarê (şofêr)  Bazîdî jî Heyderî ye.)

Ajokarr: -Erê bira ezê herime Agiriyê.

Zaroyî: - Tu nikarî min jî bibî Agiriyê?

Ajokar: -Çima nikaribim, bi pereyê xwe ve nîne. Xwe tu min siyar nabî, tê wesayîtê siyar bî.

Zaroyî: - Ê de bêje, tê me çenda bibî Agiriyê?

Ajokar: - Ji boy te pênc panot, ji boy kerê jî sê panot.

Zaroyî: -Çima hema tu min jî kerekî bihesibînî nabe?

Ajokar: - Kuro tu qirfê xwe, bi mêrê Heyderî dikî?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder