2 Ocak 2014 Perşembe

Li Wanê mirina bi şik

WAN (DîHA) - Li înşaeta otoparkekê ya Wanê ciwanek darvekirî hat dîtin.


Li înşaeta otoparka Şaredariyê ya li ser Kolana Kazim Karabekirê ya Wanê, di kilûba nobetê de cenazeyê ciwanê 20 salî Sezaî Çelik ku li ser nifûsa Agiriyê qeydkirî bû hat dîtin. Dema nobetarê înşaeta Pir Qat ya kolana Pazarê ya Gel a Şerefiyê hat kilûba nobetê, rastî cenaze hat. Nobetar polîs agahdar kir û polîsan hat lêkolîn kir. Polîsan piştî lêkolînê cenaze ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Wanê.

Welatiyê bi navê Alâeddin Bor, anî ziman ku mirovekî zeîf û dirêj bû û piyê wî li erdê bû û ciwan xwe darve kir piyê wî li erdê bû. Bor, anî ziman ku mirinek bi şik e.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder