Bûyera ku bi navê 'Qetlîma Zîlanê' tê zanîn di sala 1926'an bi serhildana Biroyê Haskê Têlî (Îbrahîm Axa) ya li dijî dewletê dest pê kir. Rêxistina Xoybûn ku di 1929'an li Lubnanê hatibû avakirin, tevlî serhildanê bû. Xoybûn ji bo ku şervanên perçe berhev bike Seyîd Resulê eşîra Berzencî şand Geliyê Zîlan. Seyîd Resul bi komeke 400 kesî ve Erdîşê dorpêç dike. Piştî pevçûnên dirêj neçar dimîne û derbasî Îranê dibe. Li ser vê yekê Fermandar Devrîş Beg bi mufrezeya xwe re Geliyê Zîlanê dorpêç dike. Leşkeran ketin û daketina Zilanê qedexe kir û gundên Hasanabdal, Aks, Şahbazar, Dogancî, Tendurek, Çakirbeg, Yilanlik, Harhus, Babazeng, Komir, Şor, Şorîk, Murşît, Mescit, Karakîlîs, Kunduk, Zorava, Aryutîn, Hallackoy, Koşkopru, Kuruçem, Milk, Yekmal, Kîlîse, Gosk, Partaşa Jêrî, Partaşa Jorî, Binesî, Bunîzî, Pelex, Kerx, Sogutlu, Mixare, Kardogan, Kelle, Hostekar, Suvarkoy, Kizilkilise, Ziyaret, Hiraşen, komik, Şeytanava, Bîrhan û Koşkopruya Jorî bi giştî 44 gundan dişewitînin. Dest dene ser sewal û malên gundiyan. Bi hezaran kes bi tifingên makineyî bi hev re dikujin. Gundiyên ku sax mayîn sirgun kirin. Gundiyên ku di bin cenazeyan de sax mayîn an jî reviyan bi salan qaçax jiyan. Bûyera Geliyê Zîlan di 16'ê tîrmeha 1930'an de ji hêla rojnameya dewletê Cumhuriyetê ve wiha hatibâ nivîsandin; "Gundiyên ku alîkariya eşkiyayan kirin bi temamî hatin şewitandin û sewqî Erdîşê kirin û li vir hatin bi cih kirin. Hejmara eşkiyayên ku tevgera Zîlanê hatine îmha kirin ji 15 hezarî zêde ne. Tenê ji hêla mufrezeyekê hezar kes hatin kuştin. 5 şakiyên li Geliyê Zîlan asteng bûyîn rades bûn. Li vir herb bi şêweyekî sehm hatiye kirin û geliyê Zîlan bi cesedan tijî bûye."
Ligel van nivîsên Rojnameya Cumhuriyetê heta îro şahidên bûyerê jî hene. Şahidên ku ji bûyerê rizgar bûn, diyar kir ku bi hezaran kesên hatine kuştin gundiyên ku tu eleqeya wan bi bûyerê re tune ne. Şahidê bi navê Abdulbakî Çelebî ku dema leşkeran gundî komkirirbûn bi malbata xwe re reviya bû diyari kir ku 8 gun gund hatibûn berhev kirin kuştin. Mîrze Akmazê (88) ku di bin terman de mabû û rizgar bûbû da zanîn ku ji malbata wî 4 kes hatibûn kuştin û çend kesên bin terman sax derketibûn hene.
Şahidên bûyerê diaxivin
Abdulbakiyê wê demê 4 salî bû diyar kir ku bavê wî ew û diya wî veşartine bi saya vê yekê ji kuştinê rizgar bûne. Çelebî niha li navçeya Giyadîn a Agiriyê ikamet dike bi birxist ku ew tu caran van bûyeran ji bîr nake. Çelebî, wiha axivî: "Dema ku leşker nêzî gund bûn her kes reviya. Yên ne reviyan desteser bûn. Bavê min ez û diya min revandin. Yên li gundên Bonuzli, Burhan, Kerx, Milk, Kunduk, Sarko, Gomik, Şorik berhev kirin. Bavê min got yên li Şeytanavayê jî kom kirin. Em li nêzî gundê Boynuzlu li newala xwe veşard. Newal cihekî kurd bû yên ji ber leşkeran reviyan li wir xwe veşartin. Cihekî asteng bû heta mirov bi baldarî lê nefikire nabîne."
'Bin cenazeyan sedan kes rizgar bûn'
Çelebî bi birxist ku gundiyên berhev kirîn birin Milkê û dengê tifingan gihişt wan û got ku bi şev gundiyek ji gund reviya û hate cem wan. Çelebî yên ku hatine bîra wî wiha bilêv kir: "Mıstoyê Elî reviya bû hatibû. Dema ku cara ewilê ew dan ber guleyan Misto reviya bû. Gule berdabûn wî lê li wî nexistibûn. Bin cenazeyan bi sedan zêdetirê kes bi sax derketin. Hinek birîndar bûn hinek jî ne birîndar bûbûn. Mısto hat ên din hemû kuştin tu kes nema. Misto ji wan re gotibû 'em birevin heger ku gule berdin me gelke kes dê bi saxî rizgar bibin.'"
'Cenaze avêtibûn ser hev'
Çelebî, diyar kir ku dema ku leşker vekişiyan ew çû ngund û ew dem wiha got: "Gundiyê me du zarok bin cenazeyan derxistibûn. Rabîa jî hebû zarok di hembêza wê de hebû û reviya bû. Diya min ji Rabîayê pirs kir,'keça min tu ji ku tê'. Wê got ku ew bin cenazeyan derketiye. Zarok miribû. Dema ku hatibû ji bo ku leşker nebihizîn guhenên xwe dabûn ser devê zarok, zarok bê nefes mabû û fetisîbû. Rabiyaya ku zarokê wê hembêza wê de bû tê bîra min. Diya min got zarok fetisiye. Dema ku leşker çûyîn bavê min ji bo ku cenazeyan defin bike çûn. Dema ku ez çûm min cenazeyên avêtibûn ser hev dîtibûn. Hê ew dîmen li ber çavê min e û ez tu caran ji bîr nakim."
Milîs û cendermeyan li ben çavên wê kuştin
Çelebî, diyar kir ku piştî qetlîmê ew li Erdîşê bi cih bûne leşker û milîsan ên qaçax reviya bûn girtin û kuştin. Çelebî, bi bîrxist ku sermilîs û 3 cendermeyan li ber çavên wî yek kuştine û wiha domand: Kesekê bi navê Simoyê Muxre hebû hatibû cem bapîrê min. Bapîrê min ji wî re di got 'Heger ku Siddik te bibîne dê te bi destê cendermeyan bikuje. Zu here.' Siddik milîs bû. Hê bapîrê min gotina xwe temam nekirî sê cenderme û Siddik hatin. Gel berdan Simo reviye lê ew girtin. Anîn li ber kon û ew kuştin. Dema ku Simo reviya li stuna ber malê ket. Xwîn dirijiya. Ev wekî îro tê bîra min. Dema ku mirov hatin qetilkirin jî zilm neqediya. Tu kes nehat mala xwe her kes li çiyan dijî. Bila her kes bizane ku qetlîameke wisa hatiye jîni."
'Bi hinceta jimartin heye gundî anîn û kuştin'
Mîrze Akmaz li navçeya Erdîşê ya Wanê rudine dema ku bûyera Zîlanê pêkhatî 8 salî bû. Akmaz, diyar kir ku muxtarê gund ji gundiyan we re got jimartin heye û ew xapandin. Akmaz, bi birxist ku bavê wî li hemberî muxtar derket lê muxtar got ku leşkeran soz daye dest nadin tu kesî. Dema ku ew vegeriyan gund leşker hatine bavê wî ji muxtar re gotiye, "Ciwanên nîşan kirîn û zarokan em li gund derxin bila xwe veşerîn ci bikin bila me kalan bikin" lê muxtarî gotibu jimartin heye û ew xapandine.
'Heta ku dengên mirovan xilasbûn gule berdan'
Akmaz, diyar kir ku leşkeran hemû gundî kom kirin û lê gund lêgerîn kirin û gundiyên xwe veşartin jî peydakirin û anîn û wiha got: "Hemû gundî komkirin. Leşkeran em dorpêçkirin. Wekî keriyê pez em dan ber xwe. Dervîş beg li hespê xwe siwar bibû. Em ser pirê derbasî aliyê din kirin û bi Gundê Doganciyê kom kirin. Em hatin bin kevirekî mezin. Li wir leşkeran hinek gule berdan kevir. Pişt re careke din me dest bi meşê kir. Em anîn grava Xeybiyê û li wir kom kirin. Di wê demê de keyayê gund Nuriyê Haso û hinek rûspiyên din bi hev re çûn cem Derwêş beg. Dema ku ew çûn bavê min jî rabû du van re çû. Derwêş beg hink dûr bi tena serê xwe li ser kevirekî rûniştibû. Kesên ji bo ricayê çûn hêj 9 û 10 gav avêtibûn Derwêş beg destê xwe hijand û gule berdan wan. Yên din jî gule berdan ser me. Dengê guleyan di nav qêrîna mirovan de bilind dibû. Piştî deng hatin birîn dengê çekan jî hate birîn."
Ez di bin cenazeyê dayîk, bav û xwîşka xwe de sax xilasbûm
Akmaz, anî ziman ku dayîk, bav û xwîşka wî xwe avêtin serî û wisa di bin cenazeyên wan de sax ma. Akmaz, da zanîn ku piştî dengê mirovan hate birîn leşker bi kêran ketin nav cenazeyan û wiha axivî: "Bi çekan gule li 2 mirovan barandin. Piştî dengê mirovan hate birîn leşker ketin nav cenazeyan. Kesên sax bi sunguyan kuştin. Gelek caran bi ser cenazeyan de hatin û çûn. Ez di hembêza dayîk û bavê xwe de derketin. Dayîk, bav û xwîşka min xwe li ser min da girtibûn. Ez pişt leşkeran zivirîm û ber bi gund ve çûm. Li wir kesek di nav cenazeyan der rabû û dest bi revê kir. Leşkeran li ber çavê min ev gulebaran kirin û kuştin. Her aliyê min bibû xwîna dayîk, bav û xwîşka min. Dilopên xwînê ji cilên min di ketin. Ez tu caran ji bîr nakim. Xwedê qebul neke."
'Leşkerekî ji min re got 'Gelo dê Geliyê Zîlan bi vê êtîm şînbibe' ez nekuştim'
Akmaz, destnişan kir ku hêj leşker li wir ew ji nav cenazeyan derketiye û pişt leşkeran de ber bi gund ve beziyaye. Akmaz, bilêv kir ku dema ku di çû gund 2 leşkeran barek li hestirê dikirin û ew ditin û wiha pê de çû: "Her du leşker bi kurdî di axivîn. Min jî berê xwe da wan û ez nereviyam. Leşkerî bi kurdî gote leşkerê dîn 'Her sungiyekê li wi bide û we re' Leşkerê din jî jê re got 'Ma dê Geliyê Zîlan bi vî êtîmî şînbibe dest jê ber de bila biçe' Ez ne kuştim." Akmaz, anî ziman ku piştî ji destê leşkeran xilasbû çû gundê xwe û heta ber derê mala xwe çû hemû sewalên wan bê xwedî bûn û ji ber tirsê xwe veşart. Akmaz, da zanîn ku şevê çûye gundê kurên apê xwe û berê xwe daye mala wan û wiha axaftina xwe berdevam kir: "Kurên apê min şevê dihatin berê xwe didin malan. Kesek sax mane an na kontrol dikir. Li cihê min xwe lê veşartî xwîşka min û keçiya çîranê me ez dîtim û derxistim. Em li wir birin Gundê Taşkesenê û teslîmî xizmên me kirin. Li wir nêzî hefteyekê berê xwe dan me û pişt re em teslîmî ximên me yên nêz kirin. Ji ber ku ecelê me nehatibû em ne mirin. Xeedê qebul neke."
Ji malbatê tenê 3 kes xilasbûn
Akmaz, destnişan kir ku di dema gulebaranê de dayîk, bav û 2 xwîşkên xwe, Mam, jinmama û 9 zarokên mamê xwe winda kirin. Akmaz, da zanîn ku ji malbata wan tenê birya û xwîşîkekî wî derketin. Akmaz, destnîşan kir ku biryarê wî bi birîna 2 guleyan û gelek sungiyan bi saxî xilabû û wiha axivî: "Birayê min bi birîndarî xilasbû. Xwîşka min jî bi saxî di nav cenazeyan derket."
'Bi ruşwetê ji komkujiyê xilasbûn'
Welatiyê bi navê Mustafa Denîz (101) ê li Gundê Acînînê yê Navçeya Panosê ya Agiriyê jî diyar kir ku dema Derwêş beg bi mufrezeyê kete Geliyê Zîlanê ew li zozanan bûn. Denîz, anî ziman dema Derwêş beg ket Geliyê Zîlan wan konên xwe li cihên gelek bilinda vedan her tim berê xwe didan wan. Denîz, da zanîn ku di nav kesên derketin zozan Mele Kamilê yê Mûşî hebû. Denîz, destnîşan kir ku Mele Kamîl bi mezinê zozanê Haci Şeref re axivî jê re got ku "heke Derwêş beg derkeve zozanan dê serê hemû kesî lê de." Denîz, bilêv kir ku li gorî Mele Kamîl 8 wesayîtên gayan tejî melzemeyên xwarinê amade kirine û wiha got: "Qelî, run, nan, benîr, jîr û gelek xwarinên din amadekirin. Ev tişt hemû li 8 wesayîtên gayan kirin. Bi rûspiyên zozanê re ji Derwêş beg re birin." Denîz, da zanîn ku Derwêş beg melzemeyên xwarinê qebul kirin û kaxizekî nivîskî daye wan û di vê sayeyê de li zozanan man. Denîz, destnişan kir ku ji ber wê kaxizê tu kes tevlî wan nebû.
'Hêj dengê çekan li ber guhê min e'
Denîz, anî ziman ku ew nebûye şahidê komkujiyê, lê hemû kesên li wir bûn şahidê bûyerê komkujî vedigotin. Denîz. anî ziman ku ji dûr dengê çekan pir dihat û dûxan ji gund bilind dibû. Denîz, anî ziman ku piştî leşker ji Geliyê Zilan derketin, welatî ji derdorê çûn wir û li nasên xwe geriyan û wiha got: "Lê ez newêrîbûm biçim cihê bûyerê. Kesên çûn gotin 'Cesetê mirovan kiribûn lod û avêtibûn ser hev.' Gundiyekî me navê wî Amê bû. Ji gundê me wî çû li cenazeyan nerî. Got ka bê nas hene ya na. Dema diçe dibîne ku 2 suyar tên. Xwe davê bin cenazeyan. Gundiyê me Apê got 'Ez dema çûm zêdeyî 20 cenaze hebûn. Di nava cenazeyan de jinek 2 cani hebû. Min dît ku suyar hatin min xwe avêt bin cenaze. Suyaran bi kêra çeka xwe li zikê jinê xist û kêr li kesema minjî ket.' Pişt re Amê heta demekê kezeba wî li derve bû. Piştî kezeba xwe ya derve jêkir mir.
'Mal û sewalên wan wêran kirin'
Denîz, anî ziman ku leşkerên li Geliyê Zilan komkujî pêk anîn hemû mal û mulk wêran kirin û wiha got: "Leşkeran sewal talan kirin. malê wan talan kirin. derî, şibake, alavên hundir tev talan kirin. Firax, nivîn, erzaq çi ket ber wan talan kirin.
Hevsera Mustafa Denîz Perîşan Denîz (103) jî şahidê Geliye Zîlan e. Perîşan Denîz ji ber temenê xwe ker bûye û baş nikare çavdêriyên xwe bîne ziman. Lê ew jî heman serpêhatiyan tîne ziman.
Komkujiya Zîlan di rojnameyan de çawa hate xuyakirin
Rojnameya Vakît: "Di 13'ê Tîrmeha 1930'an de bi sernivîsa "Di 5 rojan de winda kir" vegot. Rojnameyê bi nuçeya "Kesên li Geliyên Zilan tev hatin windakirin. Hemû kes hatin kuştin. Hêzên me yên mezin kesên di nava zinar û latan te dev kuştin. Bi sedan ceset li Geliyê Zilan hene."
Rojnameya Cumhuriyetê: Di roja 16'ê Tîrmeha 1930'an de bi sernivîsa "Li girê Çiyayê Agirî nêzî 1500 şakî mane" Tayareyên me bi bombeyan diçe ser şakiyan. Çiyayê Agirî di nava agir de diname. Qertelên hesin ên Tirk, herêm paqij kiriye. Gundinên ji eşkiya re bûne war tev şewitandin. Hêjmara kesên li Geliyê Zîlan hatin kuştin nêzî 15 hezaran e. Gerilê Zîlan bi cenazeyan tijî bûye.
'Germandar emir dabûn'
Faîk Bulut, di pirtûka xwe ya "Bi çavê dewletê Îsyanê kurdan" de cih dide fermana Serfermandariyê ya 1'ê tîrmeha 1930'an. Di fermana Serfermandar de wiha tê gotin: "Gundê li qada serhildanê û hemû kesên beşdarî serhildanê bûne dê bi tevahî bên şewitandin."
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder