29 Aralık 2013 Pazar

Bîranînên şahidê 2 serhildanan piştî 20 salan derhetin holê

MÛŞ (DÎHA) - Bîranînên şahidê Serhildana Agirî û Şêx Saîd Fesîh Kaya yê li Navçeya Mîlazgirê ya Mûşê piştî mirina wî 20 sal şunda derketin holê. Di bîranînên Kaya de tê gotin ku di navbera salên 1931 û 1960'an de li Geliyêm Zîlanê de di nav de gelek zarok jî heyî 3 hezar kes tên qetilkirin. Kaya, jiyana xwe piranî ji welatê xwe dûr li Sûriyeyê li koçberiyê derbas kir. Piştî Kaya vegeriya Tirkiyeyê bi salan di girtîgehê de ma û di sala 1990'an de li Mîlazgirê jiyana xwe ji dest dide.


Tiştên Fesîh Kaya yê Mîlazgirî jiyîn minka kurdan di dema komarê de jiyîn nîşan dide. Jiyana Kaya di girtîgehe, firar, pevçûn, serhildan û îşkenceyan derbasbû. Jiyana Kaya di sala 1931'an de li ser îxbara "Dê tevlî serhildana Agiriyê bibe" reş bû û piranîna jiyana wî li firariyê derbasbû. Kaya, tiştên jiyîn ji bo ku pêşrojê bihêle û rê li dîrok veke di sala 1968'an biranînên xwe nivîsîn. Bîranînê Kaya piştî mirina wî 20 sal şunda derketin holê. Bîranînên Kaya ji aliyê kurê wî Esat Kaya ve di hatin parastin û veşartin. Di bîranînên Kaya de bi taybet kesên tevlî Serhildana Agiriyê bûyîn û li firariyê dest bi jiyanê kirin gelek balkêş in. Kaya di sala 1931'an bi bi îdaya ku "Dê tevlî Serhildana Agiriyê bibe" li Qereqola Cendermeyan a Mîlazgirê rastî îşkenceyên gelek giran hat. Piştî Kaya, ji îşkeceyan xilasbû tevlî kesên wê demê fîrar bû. Kaya, demek dirêj bi firarên di sala 1930'an de gelek bi nav û deng û her wiha di klamên denbêjan de jî cih digirin ên wekî Geliyê Berazan, Alîcanê Bişar û Seyitxanê re li çiyayan jî. Fesîh Kaya xizmê ji fermandarên serhildana Şêx Saît û Agiriyê Ferzende Beg bû û pişt Ferzende Beg ji Îranê hate Tirkiyeyê û tevlî Serhildana Agiriyê bû jiyana Kaya jî êdî tevlî hev bû. Fesîh Kaya êdî li çiyayan bi fîrarên nav û deng digere û tevlî pevçûnan dibe û dibe şahidê berxwedana firarên kurd û mirinên wan.

Îxbarek jiyana wî şer dike

Kaya di bîranînên xwe de wiha dibêje: "Di sala 1931'an de xizmekî min diçe lî Midûriyeta Nahiyeyê îxbar dike û dibêje 'Kurdê Suleymanî Ahmedîn Ferzende li Agiriyeye. Ew jî dê biçe Agiriyê tevlî serhildanê bibe' Li ser vê yekê cerderma hatin li Mîlazgirê ez girtim û birim. Rêvberiya qesebayê di destê serpêlekî zalim ê ku bi îşkenceyê mirov dikuştin da bû. Di wê demê de li Mîlazgir ê mirin û îşkence hebû. Ez avêtim nezaretê. Nezaretxane gelek teng bû û incax 2 kesan dikarî li ser piyan xwe têda bigirin. Wekî kabusxaneyebû...Tarîbû hemû cihana min tarîbibû. Di lêpirsînê de ji min re digotin 'Ferzende Beg li Agiriyeye tu jî dê biçî wir' Min jî ji wan re got 'Ez naçim Agiriyê navbera min Ferzende baş nîn e. Dijminê min e. Heskin ji hemû gelê qezayê bipirsin hemû kes dizane. Lêkolînê bikin em tevlî Serhildana Şêx Seît enbûn e.' Bersiva dan min 'Hûn mirovên bê xweda ne. Em we wekî tirk qebul nakin' bû."

'Li vir bireve dê te bikujin'

Kaya, îşkenceyên li wî dikirin her diçû zêde dibûn vegot û wiha di bîranînên xwe de nivîsî: "Piyên min perçivîbûn, xwîn ji dev û pozê min dihat. Li nezaretxaneya ez lê dimam pişta wê konekî bûçûk hebû. Min di wê konê de berê xwe da min dostê malbata xwe tehsîldar Ahmet beg dît. Min gazî Ahmet beg kir û min jê re got ji bo xwedê min li vir xilas bike. Dê îşev teqez min bikujîn. Ahmet beg destûr ji serpêl girt hate cem min û rewşa min bandorekî gelek mezin li ser wî çêkir. Gote min 'Kurê mîn sûçê te çiye?' Min jî ya bi serê min de hatî min jê re got. Pişt re çû, şevê destûr ji serpêl girt û bû kefîlê min. Ez jî nezaretê girtim birim malê. Li wir gote min 'Kurê min bireve xwe xilabike heke dê te bikujîn' Min jî jê re got 'tu ji min re bûyî kefîl ez te di zorê de nahêlim' Lê wî gote min 'Kurê min her jiyana xwe xilas bike dilê van cenewaran naşewite.' Ez jî wê şevê li Mîlazgirê reviyam hatim gundê xwe."

Hêj 15 salî rojên firariyê dest pê kirin

Fesîh Kaya piştî reviya serê sibê gihişte gundê xwe û biryara xwe ya jiyana xwe biguhere da. Kaya hêj 15 salî ji bo ku bi jî biryara derkev çiyayan da û tiştên pişt re jiyîn wiha vedibêje: "Dem 25'ê tîrmeha 1931'an bû. Ez gelek perîşan bûm. Ez li nêzî gund li ber çemekî xwev re çûm. Ez gelek fikirîm dê ew min bikujîn. Ji ber wê yekê divê ez birevim lê ez dê biçim ku derê û çibikim. Ya herî baş tevlî çeteyekê bibin û bibim firar. Piştî çetaya Alîcanê Berazanî hate wir jiyana min guherî. Bi çeteya Alîcan me şansekî mezin girt. Çek û hespê min tunebû. Ev rasthatin ji min re bibû rasthatinekî gelek mezin. 35 mirovên Alîcan ên bi hesp hebûn. Min her tim meraq dikir ku van kesan çawa malên xwe terk kirin û derketin çiyayan. Piştî ez tevlî çeteyê bûm min dît ku hemû bi çekan wekî şêran in. Alîcan ji min re got 'Tu çima firar dike xwedê ev bela anî serê me. Tu çima tevlî vê belayê dibî.' Min jî jê re got 'Apo dê min bikujin' reweş jê re got. Dilê wi jî bi min re şewitî û ez tevlî çeteya xwe kirim."

Şerê wî yê yekem ê bi cendermeyan re 

Kaya, di serpêatiyên xwe de anîbû ziman ku tifingek xistin destê wî û bi koma Elîcan re Seyitxan ziyaret kirin. Kaya, da zanîn ku Seyîtxan li ser îxbarekê firar kir û pişt re Alîcan û Seyîtxan bi hevre hatin girtin. Kaya, destnîşan kiribû ku hêza xwe bi yekîneyên Seyîtxan re kirin yek û wiha dibêje: "Dema Seyîdxan ber bi Bajaroka Lîzê ve ketin rêyên çiya, ji aliyê cendermeyan ve hatin rawestandin û di navbera wan û leşkeran de pevçûn derket. Me leşker dîl girtin û piştî me çekên wan desteser kir, me leşker serbest berdan. Em li wir bi koma Seyitxanre bûn yek û pişt re jî çekên Elîcan li koma xwe belav kir."

'Ez bûm şahidê Serhildanên Agirî û Geliyê Zîlan'

Kaya, bal dikşîne ser Serhildana Agirî û wiha dirêjiyê dide serpêhatiyên xwe: "Di sala 1930'an li şerqê komkujî pêk dihat. Kurd li Agiriyê di nava tunebê de bûn. Lê dîsa bi dewletê re şer dikirin. Edalet û hiqûqa şer tune bû. Li Geliye Zîlan 3 hezar zarok dan ber guleyan. Li Şerxê 3 Mufetişan li Wan, Erzirom û Amedê serdestî dikir. Li her derê îstixbarata xwe pêş xistibû. Dixwestin hemû gelê şerxê bikin dujminê hev. Hewl didan eşîran bi hev bindin şerkirin. Ên nedibûn hevkarê dewletê neçar diman direviyan çiya. Em jî neçar man û me xwe avêt çiya. Dema ez firar bûm, ez li Deşta Mûşê, li Erzirom, Agirî, Êlih, Mêrdîn, Amed û gelek deverên din geriyam û me bi leşkeran re şer kir. Pişt re ez derbasî Sûriyeyê bûm û demek dirêj li Sûriyeyê mam."

'Her kes dikuştin'

Kaya, destnîşan dike ku dema ji Deşta Mûşê derbasî Tîlê bûn di saetên êvarî de 49 xizmên Seyîdxan ji aliyê leşkeriyê ve hatin kuştin û 7 gund hatin şewitandin. Kaya, derbirî ku wê demê Seyidxan wiha gotibû "Dê me hemûyan bikujin. Dê me hemûyan îmha bikin. Ji bo vê yekê dimevê em biçin Çiyayê Sazonê. Divê em yekîneyên xwe bikin yek û xwe biparêzin."

'Li herêmê sîxurî pêş dixistin'

Şahidê bûyeran Fesih Kaya, bal dikşîne ser polîtîkayên dewletê yên wê demê û wiha dibêje: "Li aliyekî welatî dikirin dijminê hev. Li aliyê din çanda sîxuriyê û pişaftinê pêş dixistin. Dixwestin hin eşîran bi xwe ve girê bidin û li hemberî êşîrên din bidin şerkirin. Eşîr dianîn hemberî hev û bi hev didan şerkirin. Nedixwestin kurd yek bin û Dema Seyîtxan plan dikir êrîşî Mûşê bike, dewlet agahdar bû. Ji ber vê yekê ji Alaya Bêdlîsê 100 leşker, albay, 2 kamyonên leşkeriyê û texsiyek hatin Mûşê. Hatin bi kurê Musa Beg Medenî Beg re hevdîtin çêkirin. Pişt re leşkeriyê û Medenî Beg bi hevkariya hev kemîn danîn û li Gundê Vartaxê pevçûn derket. Em xistin kemînê. Hemû aliyên me dorpêç kiribûn. Ji ber ku em ketibûn kemînê em neçar man bi leşkeran re şer bikin. Mala ku Teyfîk û Feyzullah lê diman deriyê wê derdiket nava daristanê. Ji malê derketin û ji pişt re êrîşî leşkeran kirin. Leşker belavkirin û leşker têk çûn. Hevalekî me û suyayek hate kuştin. Me 20 leşker jî dîl girt. Piştî pevçûnê Albay reviya û xwe avêt gundekî. Pişt re gundiyan Albay teslîmî me kir."

Leşkerekî ji pişt ve Alîcan kuşt 

Kaya, bibîrdixe ku şere wan û leşkeran di nava daristanê de berdewam dikiribû û Elîcan ji pişt ve ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin. Kaya, dide zanîn ku pişt re cenazeyê Elîcan li rûbarê di navbera Gundê Haskoy Vartaxê de definkirin. Kaya, destnîşan dike ku piştî vê pevçûnê ber bi Çiyayê Agirî ve ketin rê.

Dema reviya Sûriyeyê 

Fesîh Kaya dibêje ku di sala1933'an de reviya Suriyeyê û ev reva wî di kalamên dengbêjan de wekî 'Firarê Binê Xetê' tê gotin. Kaya, daxuyand ku dema derbasî bin xetê bû ji Mûşê heta Mêrdînê û ji Mêrdînê heta bin xetê gelek çaran ket kemînê cendermeyan û bi zahmetiyek mezin xwe gîhand bin xetê. Kaya, bilêv dike ku dema ew derbasî binxetê (Sûriyeyê" bû Seyidxan bi cendermeyan re ket pevçûnê û hate kuştin.

Jiyana Binxetê 

Kaya, dide zanîn ku piştî li Sûriyeyê (binxetê) bi cih bû car caran bi riyên qaçax derbasî Tirkiyeyê dibû. Kaya, destnîşan dike ku gelek caran bi qaçaxî derbasî Tirkiyeyê dibe û gelek caran bi kuştinê re hate rûqalî hev dimîne. Kaya, bibîrxist ku wê demê Sûriye bubû 2 perçe û wiha got: "Ermeniyan Firansî digirtin. gelê din jî piştgirî didan ereban. Wê demê em jî neçar bûn ku piştgiriyê bidin kurdên Sûriyeyê û ereban."
Kaya, dibêje ku di 11'ê Tebaxa 1937'an de li Qesebaya Amûdê di navbera musluman û xirîstiyanan de pevçûn derket û wiha tîne ziman: "Em jî bi 25-30 hevalên xwe yên qaçax re ketin pevçûnê. Me jî piştgirî dida muslumanan. 5 roj şûnde balafir3en Firansî hatin û herêm dan ber bombeyan. Amûtê tev şewitandin. Ermenî û xirîstiyanan xwe avêtin dêran. Gelek kes hatin kuştin. Amûdê wêran bibû."

'Heta guleya dawî me şer kir'

Kaya, anî ziman ku wan heta guleya xwe ya dawî li hemberî xirîstiyanan şer kir û piştî guleyên wan qediyan neçar man ku teslîmî Firansiyan bibin. Kaya, serpêhatiyên xwe yên dema teslîmî Firansiyan bûn wiha vegot: "Di destpêkê de xwestin me bikujin. Lê ji ber ku em ji Tirkiyeyê bûn em nekuştin. Em teslîmî Tirkiyeyê kirin. Dema em li Nisêbînê teslîmî Tirkiyeyê kirin zincîr li dest û piyê me dabûn. Em bi salan li Mûşê di girtîgehê de man. Ez piştî demekê dîsa ji girtîgehê reviyam û derbasî Sûriyeyê bûm. Herî dawî bi efoya sala 1952'an ez derbasî Tirkiyeyê bûm. Ez hatim li Gundê Nazî yê Milazgîrê bi cih û war bûm. Kaya di sala 1990'an de jiyana xwe ji dest dide.





Hiç yorum yok:

Yorum Gönder