4 Kasım 2013 Pazartesi

Li 5 xwendekarên zanîngehê 81 sal cezayê girtîgehê

Li Agirî, li 5 xwendekarên zanîngehê yên bi îdîaya "Endamên Yekîneyên Parastina Cewherî yên KCK'ê ne" tên darizandin, bi giştî 81 sal cezayê girtîgehê hat birîn.


Li Agirî, rûniştina 8. a doza darizandina 5 jê girtî 7 xwendekarên zanîngehê yên bi îdîaya "Endamên Yekîneyên Parastina Cewherî yên KCK'ê ne" tên darizandin, li 4. Dadgeha Cezayên Giran a Erzîromê hat dîtin.

Der heqê xwendekarên ku bi sûcdariyên "endamên rêxistina terorê ne" û "hewl dane zerarê bidin malên cemaweriyê" dihatin darizandin de ku ji 7.5 salan heta 27 salan cezayê girtîgehê ji wan re dihat xwestin, Dadgehê li xwendekarên girtî M.O, K.K. û S.E li her yek ji wan 18 sal û H.Ç 15 sal, S.O 12 sal bi giştî 81 sal cezayê girtîgehê birî.

F.K û E.E yên di rewşeke serbest de dihatin darizandin jî ji ber kêmbûna delîlan beraat kirin.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder