14 Nisan 2011 Perşembe

Agirî Newroz / 2011

Serhêde di Newrozê de got; ‘Navnîşana çareseriyê Ocalan e’

Li Agiriyê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê li Eskî Saman Pazarî hatin cem hev û agirê Newrozê pêxistin. Gelek kesên li ber avahiya BDP'ê kom bûne jî bi sloganan ber b...i qada Newrozê ve meşiyan û flamayên kesk, sor û zer gihiştin qadê. Welatiyên tevli meşê bûne qurnefîl belavî esnafên derdorê kirin. Girseya ku piştî lêgerîne kete qadê, bê navber sloganên "Bijî Newroz" "Bijî Serok Apo" berz kir. Li qade her wiha pankartên "Ji bo jiyaneke azad an azadi an azadî" û "Bijî Newroz", hatin daliqandin. Parlanemterê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, li vir axaftinek kir û da zanîn ku Agirî ji bo kurdan cihekî gelek girîng e. Uçerd di axaftina xwe de got ku dawiya kesên li ser kurdan zulmê dimeşînin dê bibe wekî dawiya Sedam.

Bernameyê bi konsera Koma Jinên Azad û Xanemîr dewam kir. 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder