EZ ÇÛME PANOSÊ WARÊ KOR HÛSÊN PAŞA
CEM MEMO Û NADIR BEG MINRA GOTIN:
BIRAZÎ XWEDÊ XERA BIKE MALA KURMÊ DARÊ,
ME GELEKÎ ŞERKIR,
MALBATA ME GELEK MERIV ŞEHÎD KETIN, ME GELEK ÎXANET DÎT LÊ AZADÎ NÊZÎK E...
PAŞÊ ÇÛME DUTAXÊ SER GORA XALIS BEG
DIGOT: ÇAVÊ MINO AZADÎ HINDIK MA...
LI WIR VEGERYAME HEWARANÊ
MIN MÊZEKIR EVDALÊ ZEYNIKÊ BER GELÎKÎ RÛNIŞTÎYE Û DIBÊJE
HEY BIRAWO BÊ KESÎ ZORE LÊ ÊDÎ EM BÊKES NÎNIN, SERÊ ÇÎYAYÊN ME ŞÊR HENE, AZADÎYÊ TÎNIN...
EZ LIWIR VEGERYAM NAVENDA AGIRÎ'YÊ BA ORHANÊ ALPASLAN DIGOT BOY KURDAYETÎYÊ EZ PARÇE PARÇE KIRIN, LÊ KURDAYETÎ SERKET...
PAŞÊ EZ ÇÛME AVKEVIRÊ MIN MÊZEKIR KU ÇEMÊ MÛRADÊ XWÎN DIKIŞE, GOT EV XWÎN BERTÊLA AZADÎYÊYE, LÊ KURD SERKET...
LIWIR MIN BERÊ XWE DA GÎHADÎNÊ MIN DÎT KU DUSED MERIV BERBI ÇÎYAYÊ TENDÛREKÊ DIÇIN,
MIN GOT HÛN KUDE DIÇIN, GOTIN AZADÎ NÊZÎKE, BOY WÊ EM DIÇINE CENGÊ, EMÊ BIBIN ŞERVAN, Û AZADÎYÊ NÊZÎKTIR BE...
LIWIR DERBAZÎ BAZÎDÊ BÛM, MIN BI ÇAVÊN XWE DÎT BIROYÊ HESIKÊ TÊLÎ, HESPÊ XWE SÎWAR BÎYE, BERBI ÇÎYAYÊ AGIRÎ DIÇE, MIN GOT EY ŞÊRÊ ARARATÊ TU ÇIMA DIÇÎ,
GOT NETIRSE BIRAZÎ EZÊ VEGERIM, LÊ NIHA KARÊ MIN HEYE,
MIN GOT KARÊ TE ÇÎYE GOT AZADÎ TÊ, EZÊ HERIM MIZGINÎYÊ BIDIM ŞEHÎDA.
NIVÎSKAR: Gurzo Agirî
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder