8 Aralık 2013 Pazar

Ji Zêdkayiyên li Fransayê dijîn pêngava hilbijartinê

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an ên li Tirkiyê, di nava amadekariyan de ne.

Zêdeyî sed Zêdkayiyên li Evry ya Parîsê dijîn hatin cem hev û ragihandin ku ew ji bo hilbijartinê amade ne.


Kurdistaniyên ji navçeya Agirî Zêdkayê li Fransayê bicih bûne, ji bo di hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adara 2014'an de destekê bidin BDP'ê, seferberî îlan kirin.

Nêzî 100 Zêdkayiyên li Evry a paytexta Fransa Parîsê hatin cem hev, komîsyonek ji 40 kesan ava kirin ku bênavber heta hilbijartinê bixebite.

Di axaftinên li civînê de hat destnîşankirin ku ewê destûrê nedin manewiyatên Zêdkayiyan ji aliyê AKP'ê ve bê bikaranîn û dê di van hilbijartinan de şaredariyê ji destê AKP'ê derxînin.

Zêdkayiyên li Fransayê diyar dikin ku bi xebatên wan ên hilbijartinê re dê BDP hilbijartinan qezenç bike.

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder