8 Aralık 2013 Pazar

Ji Bazîdê 2 qamyon alîkarî çû ji Rojava re

Li Bazîdê Rêxistina BDP'ê û Saziyên Sîvîl ên Civakî 2 qamyon alîkarî ji kel û pel pêk dihat şandin Rojava.

Li navçeya Bazîda Agiriyê Rêxistina BDP'ê, TUHAYD-DER, KCD, DOKH û Şaredariya Bazîdê li hemberî ambargoya li ser Rojava 2 qamyon kel û pel şandin Rojava. Alikariyên ku li Konseya Bajêr a Bazîdê hatin komkirin bi alîkariya welatiyan li qamyonan hatin barkirin, ji bo ku bişînin Rojava ber bi Şaredariya Qosera Mêrdînê bi rê ket.


Şaredara Bazîdê Canan Korkmaz diyar kir ku armanca wan êwe ku piştgiriyê bidin gelê Rojava. Endamê Kordînasyona Alîkariyê û Meclîsa Giştî ya Bajêr Omer Atasoy jî diyar kir ku ew amadene ku ji bo alikariya Rojava hemû peywirên ku dikeve ser milê wan bicîh bînin û got: "Em wek gelê Kurd şoreşa Rojava silav dikin û erk û berpirsyariyên ku bikeve ser milê xwe em amaden in bi cih bînin. Li ser ve bingehê em sipasiya gelê Bazîdê dikin ku ji bo alikariyên xwe texsîr nekirin."

Piştî axaftinan ji bo ku alîkariyan bişînin Rojava qamyon bi rêketin.

ANF


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder