14 Aralık 2013 Cumartesi

Halîl Aksoy Di Parlemantoya Tirkiyê de Helbesta Şêrko Bêkes Xwend

Parlamenterê Agirî yê BDPê Halîl Aksoy di gotûbêjên ku Parlamentoya Tirkiyê li ser budceya sala 2014an de dike, helbesteke helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes xwend.


Gotûbêjên li ser projeyasaya budceya sala 2014an a Tirkiyê di parlamentoyê de berdewam dikin.

Duh têkildarî budceya Rêveberiya Giştî ya Şanoyan, Rêveberiya Giştî ya Opera û Baleyê û Serokatiya Berhemên Nivîsê yên Tirkiyê de Parlamenterê Agirî yê BDPê Halîl Aksoy di axaftina xwe de ji ber ji berhemên hunerî yên kurdî re girîngî û qîmet nayê dayîn, nerazîbûna xwe anî ziman.

Aksoy piştî axaftina xwe ev helbesta helbestvanê navdar Şêrko Bêkes xweind: “Eger ji nav şiîrên min / gul biavêjin derve / ji çar werzan / werzeke min dimire / Eger yar biavêjin derve / diduyê min dimirin / Eger nan biavêjin derve / sisiyên min dimirin / Eger azadî biavêjin derve / sala min dimire û ez bi xwe dimirim” .

Helbesta ku Aksoy xwend di zabitnameyên parlamentoyê de wek “….” derbas bû û beşa tirkî ya helbestê wekî xwe hat nivîsandin.

Parlamenterê Agirî yê BDPê Halîl Aksoy nerazîbûneke tund nîşanî helwestê da.

Aksoy diyar kir ku ew di dadgehên leşkerî yên rewşa awarte de jî hatiye dadgehkirin û ev tişt li wir jî neditiye.

Aksoy da zanîn ku yên rû dane nîşandana “feraseta” hikûmeta AKPê ye û got “Em vala vala nabêjin, ew di mjara Kurdan de ne jidil û ne dirust in. Hûn ê bêjin, em kurdî didin fêrkirin û ne qedexe ye, paşê hûn ê tehemulî helbesta Şêrko Bêkes nekin û derbasî zabitnameyan nekin. Maskeya wan dikeve”.

DÎHA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder