28 Aralık 2013 Cumartesi

Girtiyê Ji Agiriyê Serbest Nayê Berdan

 Qomisyona girtîgehan Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya Tîpa F a hefteya 93'an pêk anî. Di vê çalakiye de azadiya Mustafa Omer Polatli xwestin.


Endamê qomisyona girtîgehan yê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş çalakiyên di hefteya 937an de çalakiya Tîpa F berdewam kirin. Koma ku li Qada Galatasarayê civîyan xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Di çalakiyê de dovîzên ku wêneyên girtiyên nexweş li ser hebûn hildan. Balkirşandin li ser rewşa girtiyê nexweşê dil û astim ê li girtigeha Tîpa H a Erzromê dimîne Mustafa Omer Polatli. Di çalakiyê de despêkê Serokê Şaxa İHD'ê ya Stenbolê Umît Efe axivî. Efe diyarkir ku dema di berxwedana meydana Taksimê de Welatiyan xwestin li Meydana Taksîmê meşê pêkbînin lê rastî astengiya polîsan hatin bi bîranî û got: "Hat rewşek wih yê ku navê milet banîbana rastî îskencê dihatin. Hem jî halê yên ku di nava dîwaran de dijîn bifikirin. Girtiyên nexweş dimirin, ji aliyê deshilatan ve pêşeroj ji det tê girtin û li malbatan jî îskence tê kirin." Piştê axaftina Efe daxwiyaniya çapemeniyê ji aliyê endamê Komisyona Girtîgehan a İHD'ê ya Stenbolê Nerîman Çelîk ve hat dayîn.

Li gor ku rapora nexweşxanê girtine jî nayên berdan

Çelik dazanîn ku di girtîgehan de hêjmarekî mezin girtiyên nexweş hene û wiha got: "Li nik xizmên xwe nefesa xwe ya dawiyê bidin." Çelîk diyarkir ku ji wê jî mehrûm hêlane. Çelîk dazanîn ku girtiyê nexweşê dil û astimê yê ku li girîgeha Tîpa H a Erzromê Mustafa Omer Polatli, li navçeya Giyadîna Agiriyê tevlî meşekê bûye û li wê hatiye binçavkirin û paşê jî 13 sal û 9 meh ceza girtiye. Polatê 22 salî di dilê wî de 2 kun hene û berî niha çend salan ji dilê xwe hatiye emelyatkirin. Çelîk wiha derbirî di wê demê de yek ji wan kunan durun û ya dinê jî pînekirin. Çelîk diyarkir ku ji dema emelyatê heya niha rewşa Polatli nebaşe û hevsengiya lêdana dilê wî ni normale. Çelîk dazanîn ku Polatlî rapora "Ji sedî 100 nikare pêdiviyên xwe bîne cîh" gitiye li gorî ku rapora tenduristiyê û nexweşxanê heye jî nayê berdan. Çelîk diyarkirn ku ji ber di nava çar dîwaran denin nikarin mafê xwe bi parêzin, nikarin pêdiviyên xwe bînin cîh, rastî bêmafiyan tên, em bang li berpirsan dikin bila hemû girtinyên nexweş û yên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye serbest bên berdan.

Piştî daxwiyaniyê endamê Komisyona Girtîgehan a Stenbolê İHD'ê Beyoglu çû Şaxa PTT'ê ji girtiyên nexweş re qert şand.

DÎHA

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder