14 Aralık 2013 Cumartesi

AKP’ê li Agirî BDP’yî bêy agahiya wan kirine namzetên partiya xwe

Halît Oral yê ku li navçeya Dogubayazita Agiriyê di rune ji bo hilbijartinên herêmî ji BDP’ê namzetiya endamtiya Meclisa Şaredariya Dogubayazitê serlêdan kiribû. Di encama lêkolînên hatin kirin de derket holê ku Oral bê agahiya wî ji AKP’ê namzet hatiye nîşan dan.


Halît Oral yê ku li Dogubayazitê dixwest ji BDP’ê bibe endamê Meclisa Şaredariyê, lê piştre zanî ku bê agahiya wî ji AKP’ê endam dane nîşan dan. Halît Oral diyar kir dema ku ji AKP’ê namzet nîşan dane ji ber sucê siyasî di girtîgehê debû û xwest ku ev şaşiye bê sere rast kirin.

Oral bal kişande ser ku hevalê wî Fevzî Alkan jî weke wî ji heman partiyê namzet hatiye nîşan dan û wiha got: “Ji bo ku ez ji BDP’ê bibim endamê Meclisa Şaredariyê min serlêdan kir. xebatkaran dosyayên min rêkirine navenda giştî. Dema ku min serlêdana navenda giştî kir derket holê ku ez ji AKP’ê bûme namzet. Ji ber vê sedemê ez çûme Serokatiya Navçeya Dogubayazitê û endamtiya xwe îptal kir. Em fêr bûn ku hevalê min Fevzî Alkan jî ji heman partiyê bûye endam.”

Serokê AKP’a Navçeya Dogubayazitê Sena Geçit jî wiha got: “Ji endamtiyê agahiya min tine. Pêş min hatiye kirin. Li ser daxwazê em civiyan û îfadeyên kesan me pejirandin.”

ANF

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder