17 Ağustos 2017 Perşembe

Merzelê Birayê Ahmedê Xanî Li Kuderê Ye?


Ahmedê Xanî di nava kurdan de kesayetê herî qedirê wî tê girtin e. Him bi neteweheziya xwe û him jî bi oldariya xwe ve ji hêla hemû beşên netewa kurd ve hatiye hezkirin. Wî him xwestiye kurd oldar bin û him jî xwestiye kurd ji milletên din paşdatir, zimanê wan ji zimanê milletên din şûndetir nemîne. Hin di nava gelên di cihanê de fikra netew dewletiyê tunebûye, Ahmedê Xanî ji bo kurdan dewlet xwestiye.


"Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêk ra bikira me înqiyadek
Rûm û 'ereb û 'ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me 'îlm û hîkmet"

 Li Agiriyê Ahmedê Xanî zêdetir bi oldariya xwe ve hatiye hezkirin. Agiriyiyên ku ji wî re dibêjin Hezretî Xanî, qedirê ku didine wî, nadine tu kesî. Di nava gelê Agiriyê de tê bawerkirin ku kî ku heft caran bi peyatî here ser Tirba Ahmedê Xanî, bi qasî ku çûye hecê xêr qezenc dike.

Feqî Silto yê bavê diya min, oldarekî bi nav û deng bûye. Di nava gelê herêmê de him bi oldariya xwe û him jî fikrên xwe yên pêşvexwaz ve hatiye naskirin. Dema bavê diya min ê li ber destê Xelîfe Ûsiv feqîtî kiriye, dê here ser heqiya xwe (1983), ji zarokên xwe re dibêje:

"Min xwest ku ez herime hec, lê derfetan dest neda. Ez neçûme hec lê belê,  heft caran zêdetir bi peyatî çûme ser tirbeya Xanî Baba. Heger berfê dest da, min li dev û dora Hezretî Xanî bi çal bikin."

Lê mixabin ku zivistana wê salê, berf zef dibare û riyan digire û nahêle merzelê wî bibime cem Ahmedê Xanî. Ez zêde dirêj nekim, bême mijara nivîsê.

Bi qasî bîst sal berê, apê minê Mistefa li Dutaxa Agiriyê di Tedaşê de dixebitî. Rojekê bavê min, diya min ve gotin "emê herin seriyekî bidine Mistefa", min got "ezê jî bi we re bêm". Ez jî bi xwe re birim.

Ez wî çaxî deh, yanzdeh salî bûm. Zivistan, yan jî ewilê biharê bû, erdê qeşa girtibû.  Em çûne Dutaxê, rojekê, du rojan bûne mêvanê mala apê min, em vegeriyan. Di dema vegerê de, di navbera navçeyên Xamûr û Dutaxê de, maşîna ku em tê de bûn, di fetlanekekê (vîraj) de li jora kendalekî sê-çar caran li dora hev zivirî, zivirî hat li ber devê kendal sekinî. Hindik mabû ku maşîne ji kendal de bikeve xwarê, bikeve çemê Mûradê û em giş di çem de bixeniqin. Bû qêrîniya jinan, qûje qûj û giriyê zarokan. Me hew dizanibû wê saetê emê giştê bimirin. Wesayît ku li dora xwe zivirî zivirî hat li ber devê kendal sekinî, bi sekinandina wesayîtê re herkesî/ê xwe avîtê der ve. Min dît yekî got:
- Dibe ku di wesayîtê de hinek ser ne temîz bin. Lewma wesayîta me li ber gora wî zatî wuha li dor hev zivirî.

Min dît yêkî din jî got:
- Erê wele, hema gotina te ye. Jixwe di dilê kê de tiştên pîs hebin, yan ser ne temîz be, li vê derê qeza têne serê wan.

Min gote yekî:
- Ka qe li vê derê gor tunenin? Hûn behsa gora kî dikin?

Yekî dareke ku li jêra kendal, li ber devê çem nîşanî min kir, li ber darê jî kevir li ser hevudu qûçkirî bûn, got:
- Ew dara han dibinî, merzelê birayê Hezretî Xanî li vê derê ye.

Min dît ku ji xeynî min, herkes dizane gora birayê Ahmedê Xanî li wê derê ye.

Sala par me bi hevalan re qala Ahmedê Xanî dikir, ev serpêhatiya min hate bîra min. Min got dibe ku ew bizanibin, min wan re qala bûyerê kir. Min dît ku hevalên min jî mîna Nîhatê beriya wê serpêhatiyê, haya wan ji wê gorê tune. Êdî rast yan ne rast, ez nikarim bêjim raste jî, nikarim bêjim ne raste jî, divê li ser lêkolîn bêne kirinê.

Tenê min xwest bila bi nivîskî li cihekî bisekine ku, kurdên ne ji Agiriyê bizanibin di nava gelê Agiriyê de baweriyeke wuha heye.

Nîşe: Her çiqasî ku em dizanin ku Ahmedê Xanî li Bazîdê hatiye dinê, li Wanê tê gotin ku Ahmedê Xanî ji herêmên başûrê Wanê hatiye dinê û ji wê herêmê koçî devdora Bêgiriya Wanê kiriye, gelê wê herêmê kurê Ahmedê Xanî kuştiye, lewma ji wê derê koçî Agiriyê kiriye. Dîsa li Wanê tê gotin ku; Ahmedê Xanî ji malbateke malmezin (sergewer) bûye, lewma gotine Xan. Di derbarê êla wî de jî bi gelê Agiriyê re hevbîr in; ew jî dibêjin ji êla Pinaşî ye.

Wekî min li jorê jî anî ziman; ez van gotin û baweriyên di nava gel de naparêzim, nikarim bêjim rast yan ne rast in. Tenê min xwest ku herkes bizanibe ku di nava gel de agahiyên wuha hene.


18.08.2017 / rewan004@hotmail.com
Nîhat Öner

2 yorum:

  1. Ey Herama Agiri !!Ahmedi Haninin Ey Rabbim beni Kürtlerin gireceği cennete koyma diyen sözünü duydunuzmu???Bu sözü hangi kitabında yazdığını biliyormusunuz??

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Öyle birşey yok. Ben Eqida Îmanê'yi de, Mem u Zin i de, Nubıhara Pıçukan ı da orjinal halleri ile okumuşum.

      Ayıptır. Bari bu büyük zata ifrira atma. Vebali büyüktür.

      Sil