Li gor çavkaniyên dewletê yên di nivîsên serbazê tirk Reşat Hallı, roja destpêka berxwedanê wek 16 gulana 1926’an tê destnîşan kirin. Di vê rojê û rojtira din de, piştî ku Îbrahim Axa li Mixtepe baregeheke şervaniyê sazkiribû, şerê pêşîn ê di navbera kurdan û leskerên tirkan de derketibû. Dora 50 şerkaran zora artêşa tirk biribû û gelek çek û silehên wê ketibûn destê serhildêran.
Mehmet Gültekin - BasNûçe / Frankfurt -
Berxwedana Araratê di dîroka kurdan de wek tevgera herî bi hêz û demdirêjtir ya di nîvê yekem ya sedsala 20’an li bakûrê Kurdistanê cihê xwe girt. Sedema vê ya sereke ew bû ku rêvebiriya siyasî ya vê tevgerê ji aliyê rêxistinek wek Xoybûnê dihat meşandin ya ku wê demê ji hevgirtina hemû saziyên kurdî pêkhatibû. Berxwedana Agirî di rastiyê de hin sal û nîvek beriya damezrandina Xoybûnê bi serokatiya Biro Hesikê Têlî ê ku ji aliyê Îhsan Nurî Paşa de wek meşaleya şoreşa Agirî hatibû bi navkirin destpêkiribû.
Biro di nivîsên bi dewletê re wek Hesikîzade Îbrahim Axa, bi nîşana Xoybûnê Îbrahîm Paşa Hesikîzade û di nav gel de jî bi navê Biro Hesikê Têlî an jî Îbrahîm Axa dihat destnîşan kirin û yek ji serokê eşîra Celaliyan bû ya ku li derdorê Araratê, li Serhad, Mako û Kafkasya Başûr cîhwar e.
Eşîra Celalî di sedsala 7’an de dema artêşa îslamî Îraq dagir kir li başûrê Kürdistanê li herêma Şehrêzor dima û piştre koçberî herêma Ararate bûye. Çavkaniyên kurd, osmanî û yên roavayî ji sedsala 19’an Celaliyan li ser sê binemalan Bilixkan/Hesesori, Sakan û Xelikan parvedikin û nifûsa wan ya wê demê jî qala navbera 3 heta 5 hezar malbatan dikin.
Îbrahim Axa ji malbata Hesesoran bû, maleke wî di nav bajarê Bazîdê û yek jî li gundê Çiftlik a li qûntarê çiyayê Agirî hebû û di mehên bihar-havînê de jî li warkozên Elê derdiket zozanê. Malbata wî di bavê 6’an de digihêje Mehmûd Pêv-Killê, navê diya wî Mirdîsî, yê bavê wî Hesik û kalikê wî jî Bişo bû. Bi navên Eyûb Axa, Ehmed Axa, Eli, Amo, Metê û Sêvik bira û xwîşkên wî û bi navên Dawûd, Emer, Yemlîxan, Sezdîn, Hesen, Evdilleh, Qûlîxan, Memed, Tacdin û Mexbûle jî zarokên wî hebûn.
Îbrahî Axa hin beriya serhildana Araratê ji ber berxwedana wî ya tev Gur Heso li dijî artêşa rûsan dema şerê cîhanê ê pêşîn yên ku hewl didan herêmê dagir bikin navdar bûbû. Ew piştre bi piranî li mala xwe ya li bajêr dima û bi bazirganiyê ve mijûl dibû. Dema dewletê piştî têkçûna serhildana Şêx Sêid di rojeke bihara 1926’an xwest Îbrahîm Axa jî sirgûn bike, wî xwe gihand çiayayên Araratê û dest bi berxwedanê kir.
Li gor çavkaniyên dewletê yên di nivîsên serbazê tirk Reşat Hallı, roja destpêka berxwedanê wek 16 gulana 1926’an tê destnîşan kirin. Di vê rojê û rojtira din de, piştî ku Îbrahim Axa li Mixtepe baregeheke şervaniyê sazkiribû, şerê pêşîn ê di navbera kurdan û leskerên tirkan de derketibû. Dora 50 şerkaran zora artêşa tirk biribû û gelek çek û silehên wê ketibûn destê serhildêran.
Di salên 1926 û 1927’an de gelek şer qewimîn û hêza serhildêran roj bi roj xurttir dibû, gelek kurdên ku piştî serhildana Şêx Seîd xwe nedabûn destê dewletê gihîştibûn Araratê. Serokên wek Têmirê Şemkî, Şex Evdilkaqir, ronakbîr Numan Efendi jî ji warê sirgûniya xwe reviyabûn û hatibûn Araratê. Ji payîza 1927’an pêve navdarên wek Şêx Zahir, Altundîş Osman, Ferzende Begê Hesenî, Xalis Begê Sîpikî, Memo û Nadir Begên Heyderî, Edoyê Ezîzî, Reşoyê Silo, Yadoyê Dilxêrî, Seyîd Resul, Sêvdîn Beg, Şêx Fewzî, Evlê Xelef, Seyîdxan, Elîcan hin nûnerên ermeniyan û ronakbîrên wek Osman Sebrî û Hesen Hişyar jî gihîştibûn çiyayên Araratê.
Bi hatina nûnerê Xoybûnê Îhsan Nûrî Paşa rewşa siyasî û leşkerî ya berxwedanê rêkûpêktir û bi hêztir bû. Li gor daxwazên Xoybûnê li Agirî hikumetek, konseyeke leşkerî û hin saziyên civakî hatibûn avakirin. Îbrahîm Axa wek serokê hikumetê, Îhsan Nûrî Paşa wek serokerkanê giştî, Şêx Evdilqadir ji bo kar û barên dadmendiyê, Têmir Ağa jî wek serbazê cendirman û ji bo her desteya şerkaran jî rêvebirên wan hatibûn hilbijartin. Al û sirûdeke wan a netewî hebû û bi aleteke ji aliyê Xoybûnê peydakirî ve jî rojnameyên Gaziya Welat û Agirî dihatin çapkirin. Ji bilî van serbazê tirk Reşad Hallı dinivîse ku wan li wir belavokek bi sernavê Agirî êgir dibarîne weşadiye û ji welatên derve re şiyandiye. Her weha li gelek warên wek Ercîş û Zîlan tamsîlkariyên Xoybûnê hatibûn damezirandin. Ji bo têkiliya di navbera baregeha navendî û a desteyên di nav çiyayên Araratê de xeteke têlefonê jî hatibû avakirin. Schultheiss ê alman di sala 1930 an di pirtûka Salnameya Dîroka Ewrûpa de dinivîse ku serhildêran di nav çiyayê Tendûrekê de baregeha duyem avakiribûn û berpirsiyarê wê jî Memed Begê ê kurê Huseyîn Paşa bûye û bi berdewamî neqil dike jî: “Serkêşiya tevgerê Îbrahîm Paşa Haskê Têlî dike û wek pisporê leşkerî ê Xoybûnê wek fermandarê giştî jî general Îhsan Nûrî Paşa hatiye hilbijartin.” Serbazê tirk Zühdü Güven jî di bîranînên xwe de dinivîse ku Îbrahîm Axa di nav gel de mirovekî gelek rûmetdar e, goreyî nîşana Xoybûnê kincan li xwe dike û Îhsan Nûrî Paşa ji serokên desteyen re emirnameyên xwe bi kurdî dinivîse, wî yek ji wan bi desxistiye û daye wergerandinê jî. Serhildêran li seranserê Serhedê de çalakiyên siyasî û leşkerî pêkdianîn.
Di seranserê 5 salên berxwedanê de di navbera kurdan û nûnerên fermî yên dewletê de gelek hevdîtin û axaftin jî pêkhatibûn û ji hevdu re gelek name jî şiyandibûn. Waliyê Bazîdê Sureyya ê ku ji tirsa serhildêran li Qerekilîsê dima di roja 28.21928’an de ji Îbrahîm Axa re nameyek şiyandibû û tê de gotibû ku ew dizane, wekî Îbrahîm axa mirovekî binamûs, rastgo, wêrek û bêsûc e û divê ew teslîm bibe û pêre kesên wek Numan Efendî û İhsan Nûrî jî bo vê serwext bike. Îbrahim Axa jî di nameya xwe de bi kurtasî weha bersîv daye wî:
“Hûn di nameya xwe de destnîşan dikin ku hûn teslîmbûna me qebûkl dikin. Lê belê me ji hîç dezgehekê daxwaza teslîmbûnê nekiriye û em teslîmbûnê tucarî nafikikirin jî.
Ger bi rastî jî yasayeke efûyê hebe, divê ev ji bo her kesî û goreyî yasayên şaristaniya serdema me be. Lê ger armanc ew be ku bi riya efûyê hin mirovên nezan bên xapandin, ev pirsgirêkeke din e. Wê demê divê we serî li mirovên wek me yên xwedî tecrubeyên têr û tijî, ji qewimandinan haydar û dinyadîtî neda. Hûn êdî mirovên wisa nezan tu cihekî nikarin bibînin. Divê rêvebirên bilind yên dewleta tirk vê rastiyê bibînin û xwe bi vêya bidin bawer kirin.
Ger ku efûyeke rasteqîn hebe, hûn çima giregirên me tev jin û zarokên wan yên ku bêsûc in û ev du sal in bêçare bûne paşde naşînin cîwarên wan? Tenê dema ku hemû sirgûniyên me vegerên warên xwe wê demê hatina me jî dikare bikeve rojevê. “
Nivîskar a îngiliz Rosita Forbes ku di gulana 1929’an de tev şandekê li Îranê hatibû nêzikî çiyayên Agirî di bîranên xwe ên bi sernavê Şer li Aratatê de van agahiyan dinivîse:
“Fermandarê tevgera Araratê Îhsan Nûrî Beg e yê ku berê di artêşa Tirkiyê de serbaz bû û di dema serhildana Şêx Seîd de jî rola wî hebû. Lê mêrxasê herêmê serhildêrekî siruştî ê bi navê Îbrahim Axa Hesikê Têlî ye. Wî serhildan daye destpêkirin û wek xwediyê kesayetiyeke ku mirovan metelmayî dike di hemû bûyeran de bi wêrekî xwe dide pêş. Di şerên ku ew tê de beşdar dibe b carekê di sê eniyên cûda bi hevre şer dimeşîne.
Ji bona Dûrziyan rêberê wan Sultan el Atrash çi be, ji bo kurdên li derdorê van sînoran de Îbrahîm Axa jî wisa ye. Navê Îbrahîm Axa wek destanan belav bûye û navdariya wî ewqas bandor li ser jinan jî hiştiye ku ew sîlehên birîndaran hildigrin û tev mêran mil bi mil şer dikin. Wek diyar e ev yek kêfxweşiyeke mezin dide jinan, ji ber ku dema ew di nav xwînê de lê bi devkenî vedigerin gundên xwe dibêjin: ‘Tirsa me ji dijmin tune ye, dema em hatina wan dibînin kena me tê. Tu artêşek nikare li vir xwe nîzikî me bike.”
Robert Schlickewitz di şiroveya xwe ya derbarê xebateke dîrokzanê navdar I. Franz Karl Endres de van agahiyan destnîşan dike:
“Partîzan û siyasetmedarê kurd Îbrahim Ağa Hesikê Têlî di dema şerê cîhanê ê pêşîn de di eniya Kafkayayê de li dijî rûsan şer kir û piştî sala 1918 an li Bazîdê cîwar bû û karê bazirganiyê meşand. Di sala 1926 an de dijî dewletê serhildan kir û dema kurdan bangewaziya Komara Agiriyê kirin ew wek serokê wê hat hilbijartin. Her çiqas ew piştî têkbirina serhildanê reviya Îranê jî, wî di şereke di navbera kurdan û hêzên dewleta Îranê ya sala 1931 an de jiyana xwe ji dest da..”
Dewletê ji bo têkbirina berxwedanê bi Îranê re li hev kir û di payîzda 1930’an de bi hêzeke ji bêtirî 30 hezar leşker û gelek balafirên şer êriş bir ser hemû herêmên li Serhedê. Li Geliyê Zîlan dora 200 gund hatin şewitandin û nêzikî 50 hazar mirovên sivîl qetilkirin. Piştre şer êdî li ser çiyayên Araratê giran bû, di dawiyê de rêberên wek Îhsan Nûrî Paşa, Şêx Evdilqadir, Ferzende, Memed û Nadir Beg xwe ji êrişan rizgar kirin û derbasê Îranê bûn. Îbrahîm Axa heta demekê jî şer berdewam kir û goreyi hin çavkaniyên nivîskî û devkî di dawiyê de leşkerên Îranê ew dorpêç kirin ku ew bi gullê topê şehîd bû. Di berxwedana Agirî de gelek mirovên ji malbata Îbrahîm Axa jî şehîd bûbûn. Piştî vê dewletên tirk û îranî yên ku wê demê li ser têkbirina serhildanên Ararat û Simko Axa li hev kiribûn li gelek cîwaran komkujî pêkanîn. Vê yekê nivîskar D. G. von Wesendonk jî di xebata xwe ya ji sala 1931 an ya bi sernavê Pirsa Kurdî de destnîşan dike û dinivîse ku leşkerên Îranê pêşî li kurdên wî alî girtiye ku ew negihêjin hewara Araratiyan û tirkan jî ji bo êrişên xwe axa Îranê bikaranîne.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder