15 Aralık 2013 Pazar

Halîl Aksoy: "Pirsgirêkên di girtîgehan de didomin"

Parlementerê BDPê yê Agirî Halîl Aksoy got: "Pirsgirêkên ku di girtîgehan de berdewam dikin û her ku diçe zêde dibin û didomin."


Parlementerê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê Agiriyê Halîl Aksoy diyar kir ku pirsgirêkên Li girtîgehan hene hêj jî didomin.

Aksoy li meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku tevî pêvajoya aştî û çareseriyê binçavkirin û girtin wekî sepandineke tundiyê didomin. Aksoy da zanîn ku di vê saleke dawîn de bi tenê li Şirnak û navçeyên wê nêzî 50 kesî hatine binçavkirin û ji wan 36 kes hatine girtin. Ji wan kesan 20 jî jê zarok in û wiha dewam kir: "Mixabin ev binçavkirin û girtin her roj hingî diçe zêde dibin û dewam dikin.

Aksoy îdia kir ku ji girtiyan M.K û F.T yê 14 û 17 salî dema ku ji Mêrdînê anîne Ankarayê nêzî 13-14 saetan nan û ev nedane wan û ji ber vê jî Aksoy xwest ku Wezareta Dadê mufetiş bişîne Girtîgeha Girtî ya Tîpa Eyê

Aksoy da zanîn ku li Girtîgeha Sîncanê 11 girtî û cezaxwariyên nexweş hene û ji van kesan rewşa 3 merivan pir giran e û wiha pê de çû: "Pirsgirêkên li girtîgehan berdewam dikin, her ku diçe zêde dibin û didomin. Ew rezaleta ku mirovan tezî dikin û wisa lêgerînê dikin di girtîgehan de hê jî dewam dike."

AA Kurdî 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder