16 Ocak 2015 Cuma

Enoyê Rovî

Berê li Kurdistanê zêde maşîne tunebûn. Li gundên bajarê Agirî k/ê ku li bajêr dibistan bixwenda, an li bajêr ji xwe re xaniyek kirê dikir, an mala xizmekî xwe dima, an jî mecbûr ku bi peya biçe gundê xwe. Eno (Enver) jî yek ji wan bû; ne li bajêr xizmên wî hebûn û ne jî ew derfeta wî hebû ku xwe re xaniyekî kirê bike. Her roj mecbûr dima ku bi peya ji gundê xwe Zado here û were.


Zivistan û bihar, payîz û havîn tim bi peya dihat û diçû; Her sibe radibû, çemê Mûradê derbas dibû û ber  bi Agiriyê direvî. Êvarê dîsa wusa bi peya diçû gundê xwe.. Eno wusa wê riyê çûbû û hatibû ku, kes nikaribû bi wî re bireve û têkeve lêcê. Eno rojekê dîsa wusa radibe, ji çem derbas dibe û berê xwe dide bajêr. Dibîne ku roviyek li pêşiyê ye, dide peyê rovî. Rovî çiqasî direve û nareve, dîsa jî nikare ji Eno xelas bibe û Eno wî bi destê xwe ve digire. Piştî wê rojê, êdî Eno re 'Enoyê Rovî' tê gotin.

Nîhat Öner / 16.01.2015

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder