15 Aralık 2011 Perşembe

Keskesor/ Gökkuşağı

Dema em zarok bûn me digot kî/ê here binê keskesorê re derbas be, ger mêr be wê bibe jin, jin be wê bibe mêr...


Pêşiyê şilî (baran) dibarî paşê şilî disikinî tav (roj) derdiket... bi derketina rojê ve Keskesor jî derdiket...  atmpsfereke pir xweş çêdibû, dengê qaz û mirîşkan, dîk û kewan dikete nava hev...



Me digot: niha kê here cîhê ku li wir Keskesor derdikeve an go cîhê ku keskesor lê dizê. niha wira zêr hene... eva tîrêjên rojê ne didine zêran zêr jî rengê xwe didine rojê wusa keskesor çê dibe... Helbet em Zarokbûn lê mezina jî wusa digot nizam ew baweriya ji kuderê tê, dibe ku pêşiyên me yên êzdî jî hatibe... ez zêde di derbarê êzdayetiyê de tiştekî nizanim hewceye ez bikolim ser wê ola kewnar lêkolînan bikim....


Pir rojên xweş bûn, ser baniyên (xanî) bi xwelî dû radibû... tavê lê dixist erd ziya dibû dûkî xweş ber bi hewayê radibû... Herkes derdikete derve, digotin: peyê hela Keskesorê binêrin çiqas bedew e...


Rojê înê jî wusa bûn, em derdiketine ser xanî me xwe re gund temaşe dikir, paşê mele mihemed an jî mele hesen dest bi selayê dikir me jî ser banî guh didayê... paşê mele dest bi xutbê dikir, Kurdî şîret li milet dikir, haparlora mizgeftê vekirî bû milet ji xwe re guhdar dikir.


Dema em zarok bûn dewleta tirka wî çaxî hê (hîn) weezên bi Kurdî qedexe nekiri bû, pir xweş bû... Niha wez bi Kurdî qedexe bûne mirov de dixwaze mele guhdar bike ne jî dixwaze here (biçe) mizgeftê... Erê mizgeft mizgefta xwedê ye lê tirka wusa kiriye mirov êdî ji mizgeftê jî ditirse, meriv dibêje gelo çi plan û dolabên tirka hene.


Mele haparlor vedikir... pêşiyê sê cara pêçiya xwe ve haparlorê dixxist paşê digot: gelî cînara filan rojê emê herine filan derê yê ku dixwaze bila were... an jî tiştekî din lê di dest pêkê de tim digot gelî cînaran...


Me nizanibû ku rojekê were emê hesreta wan wezên bi Kurdî bimînin, me nizanibû ku dewleta tirka wê evqas bê merhemet û ji Xwedê dûr bikeve... De meriv difikire meriv bi zimanê xwe ve nikare bibe misilman... ka însaf û merivtiya tirka yê bibe çi...
Ez tim dibêjim ey Xwedêyo tu qebûl nekî.


N. Agirî


15.12.2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder